Ez Kerkûk, dayika bêkes-Gulan Avrêl
Rojekê ku asîman xwe bi rengê şîn pêça bû, roj jî bi xweşik bûna xwe re bi ahengên rengan derdorê xwe di xemiland em ber bi bajarê Kerkûkê ve ketin rê.
Rojekê ku asîman xwe bi rengê şîn pêça bû, roj jî bi xweşik bûna xwe re bi ahengên rengan derdorê xwe di xemiland em ber bi bajarê Kerkûkê ve ketin rê.
Rojekê ku asîman xwe bi rengê şîn pêça bû, roj jî bi xweşik bûna xwe re bi ahengên rengan derdorê xwe di xemiland em ber bi bajarê Kerkûkê ve ketin rê. Ew germahiya ku xwe li rûyê mirovan dida li ser hênaseyê mirovan gelek bandor dida çêkirin. Gava me di pencerê de li derve meyze dikir ew erdnîgarî min ber bi bêdawî bûna xwe ve dibir. Gelek cara min xwe di nava wê bêdawîbûnê de winda dikir. Heya ku heval bi çend dengan gazî min nekiriba ez ji wê bêdawîbûnê dernediketim. Di meşa me de me li ser dil û hişê xwe gelek wêne xêz kirin. Di yek ji wan wêneyên ku di hişê me de hatibûn xêz kirin de çend gotina rêz kirin… Kerkûk deryaya bê bin… Bajarê dewlemend û bedew…
Gava mirov li deştên wê meyze dikir, weke ku çavê mirov bê dawîtiyê diket, ewqasî dûr û bê sînor bûn. Gelek cara mirov di got qey ew deryaya bê bin bi asîman re bûye yek. Bi taybetî jî di wan deştan de rojbûna rojê cihekê xwe yê cuda heye. Roj tevahî xweşikbûna xwe li ser deştê di barîne û hêdî hêdî berê xwe dide welatekê din. Gava roj ber bi avabûnê ve diçe mirov dibêje qey ew deşt dibe derya. Ango deryaya xwînê. Gava roj ji nişkave diçe û cihê wê taritî xwe serwer dike, ew kêlî tê bîra te tu li ku derê.
Gelo mirov dikare di nava xaka xwe de xwe bibîne û xwe nas bike? Gava mirov bi wate meyze dike û dijî wê demê her tiştek ji mirovan re bi wate dibe. Her cihê ku mirov lê meyze dike, weke ku bi ziman dibin û bi mirovan re qise dikin.
Ma mirov ji bo ew axa bedew û xweşik çi bibêje. Ew xaka ku li benda destekê ye. Ew destê ku bi heskirina dilê xwe li ser ew xaka ku bendewariya heskirina destekê maye. Ji bo ku ji nû ve rizgar bibe û bi roj û avê re hevdîtinek çêbike. Erdek wisa ne ku ji tevahî nûbûna re ducane.
Ez Kerkûk navenda her tiştê… ango derya ya bêbin.
Ez im ez Kerkûk navenda ahenga cîhanê û Rojhilata Navîn
Her kes tevahî qirêjiya xwe li ser min di barîne
Ez im a her kesî, lê ne ya tu kesê
Di nava min de gelek xweşikbûyînên ku nayê dîtin xwe dihewîne
Lê mixabin her kes tiştên ku li ser avê dikeve dibîne, yên bin avê nayê dîtin
Gava dibêjin Kerkûk tenê, petrol û dewlemendiyên cuda dikeve hişê her kesî
Çima ti kes xweşikbûnên di hembêza min de xwe bicih dikin nabînin
Ez Kerkûk, navenda siyasetê, tevahî leystok li ser min tê meşandin
Ez im ez Kerkûk dayika bêkesmayî…