Gerîlayan bersiv dan pirsa 'Çima her tim perwerde?'
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, gel û welatê xwe diparêzin, girîngiya perwerdeyê vegotin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, gel û welatê xwe diparêzin, girîngiya perwerdeyê vegotin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, gel û welatê xwe diparêzin, girîngiya perwerdeyê vegotin.
Weke gerîlayekê/î hûn perwerdeya ku bênavber dibînin, çawa dinirxînin?
AVAŞÎN CUDÎ: JI BO EM JIYANÊ BI WATEYA XWE YA RAST BIJÎN, TIMÎ PERWERDEYÊ DIBÎNIN
Ji gerîlayên YJA Starê Avaşîn Cûdî vê bersivê dide: "Ciwanên ketine nava lepên modernîteya kapîtalîst, hem ji rastiya xwe ya civakî hem jî ji dîroka xwe gelekî hatine dûrxistin. Bi tevlîbûna li nava Tevgera PKK'ê re me xwe gihand rastiya xwe û ji bo xwedî li xezîneya xwe ya manewî ya jê bêpar hatine hiştin derkevin, wê biparêzin û bi zanebûn têbigihêjin, em timî perwerdeyê dibînin."
Avaşîn Cûdî di herikîna axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeyê ji bo ji nû ve bidestxistina nirxên exlaqî û got, "Tevgera PKK'ê tevî ku tevgereke leşkerî ye, di heman demê de tevgereke îdeolojîk e û yek ji armancên xwe, derxistina holê ya rastiya civakê ye." Avaşîn Cûdî bi vî rengî dawî li nirxandina xwe anî: "Di rêwîtiya xwe ya ber bi azadiyê ve, ji bo em xwe bigihînin serketinê, bênavber û bê sekin em perwerdeyê dibînin û em ê her bibînin. Ji ber ku perwerde madeya bingehîn a xwe xwedîkirina mirovan e."
Tevî ku hûn hêzeke leşkerî ne, çima hûn giraniya xwe didin ser perwerdeya bîrdoziyê?
ZÎLAN ROBOSKÎ: PKK TEVGERA LÊGERÎNERÊN HEQÎQETÊ YE
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Roboskî da xuyakirin ku sira jiyana bi zanebûn û hay ji xwe hebûn, perwerde ye û got, "Cudahiyeke me ya din a ji tevgerên din ev e. Di her gava xwe de haya me ji me heye û bi vî rengî em gavê diavêjin. Haya me ji me heye ku ji bo çi em têdikoş in. Eger hêzeke leşkerî ji bîrdoziyê bêpar be, hingî ti wateya têkoşîna xwe nîne. Wê têkoşîna dimeşîne, bi ser nekeve."
Roboskî anî ziman ku di nava PKK'ê de destpêkirina perwerdeyê, destpêkeke dîtina xwe ye û ev xal destnîşan kir: "Ji bo mirovahiyê perwerde xusûseke gelekî girîng e. Bi taybetî ji bo jinê girîngtir e. Modernîteya kapîtalîst dixwaze mirovan nezan bihêle û bi vî rengî kedî bike. Lê belê armanca perwerdeya me ew e ku mirov careke din li cewher û heqîqeta xwe vegere. Ji ber vê yekê tevgera me tevgereke însanî û cihê lêgerînerên heqîqetê ye."
Perwerde ji bo we tê çi wateyê, sîstema we ya perwerdeyê çawa ye?
BEDRAN ÇEKDAR: PERWERDE PÎVANA ME YA BINGEHÎN E
Gerîlayê HPG'ê Bedran Çekdar jî got, "Perwerde; naskirina xwe, fêmkirina xwe ye. Fêmkirin jî bingeha hemû zanistiyan e. Ya ku jiyanê bedew dike mirov e û jiyan jî bê zanebûn bedew nabe. Lewma divê mirov zaneb ku jiyan hemû perwerde ye û li gorî vê hewce ye mirov bijî. Lewma nêrîna li perwerdeyê girîng e." Çekdar axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Bi hişmendiya ku Rêberê me bi me re afirand, em li xwe vegeriyan. Di nava PKK'ê de em pê hesiyan ku hebûneyên zindî û zana ne. Sîstema perwerdeyê ya Rêberê me mirov dike xwedî vîn û nîşanî mirovan dide ku qada şer ne bi tenê çekê ye. Ji ber vê yekê, ji bo pûçkirina asîmîlasyon û polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, ji bo Kurd û Kurdistan ji nêrînên koledariyê azad bibin, em bi hişmendiya meşa ber bi armanca xwe ve xwe perwerde dikin û girîngiyê didin perwerdeyê. Perwerde ji bo me pîvana herî bingehîn e."
Hûn hemû heman perwerdeyê dibînin?
'PERWERDE PERWERDE PERWERDE'
Ji gerîlayên HPG'ê Serdem Azadî jî bi giranî bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser perwerdeyê û got, "Gotineke Rêberê me heye; dibêje 'perwerde perwerde perwerde'. Berê felsefeya me jî li vî alî ye. ji destpêka damezrandinê û vir ve yek ji armancên sereke yên tevgera me ew e ku gelê Kurd a ji heqîqeta xwe hatiye dûrxistin, li heqîqeta xwe vegerîne. Ev yek jî bi zanebûna mirovan dibe. Ji bo zanebûnê jî perwerde şert e. Perwerde jî dema di çarçoveya sîstema ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin de be, hingî watedar e."
Azadî destnîşan kir ku tevgera PKK'ê bi jiyaneke diyalektî û kûantûmî ve dagirtiye û got, "Ji ber vê yekê, herdemîbûan perwerdeya li nava PKK'ê, ti carî nayê wateya dubarebûnê. Her roj mirov tiştên nû nas dikin, tiştên nû keşif dikin û bi vî rengî xwe her roj nû dikin."