Li Bazîdê topa leşkeran li malekê ket

Li gundê Xarik ê navçeya Agirî Bazîdê, topeke ji aliyê leşkeran ve hat avêtin, li malekê ket.

Li gundê Xarik ê navçeya Agirî Bazîdê, topeke ji aliyê leşkeran ve hat avêtin, li malekê ket.

Hate zanîn ku leşkeran, gundê Xarik ê navçeya Bazîdê, duh bi şev topebaran kiriye. Hate ragihandin ku topa leşkeran li malek ketiye û mal hilweşiya ye. Ji maliyan tiştek bi kesî nehat. Li gorî agahiyan, topek jî neteqiya ye. Li ser bûyerê leşker çûn gund.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li gundê Xarikê HDP bûbû partiya yekemîn. Tê gotin ku ev toparana leşekran jî beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo çavtirsandinê hatiye kirin.