'Şehîdên meha Cotmehê' li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn
Li bajarên Strasboûrg û Wûppertalê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. Di bîranînan de banga rêxistinbûyîn û têkoşîna ji bo jiyana azad hat kirin.
Li bajarên Strasboûrg û Wûppertalê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. Di bîranînan de banga rêxistinbûyîn û têkoşîna ji bo jiyana azad hat kirin.
Li bajarên Strasboûrg û Wûppertalê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. Di bîranînan de banga rêxistinbûyîn û têkoşîna ji bo jiyana azad hat kirin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Fransa Strasboûrgê bi pêşengiya Tevgera Jinê û Komîteya Malbatên Şehîdan, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre ji ber salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan), sînevîzyonek hat nîşandan. Di axaftina li vê derê ya li ser navê Tevgera Jinê de hat gotin, "Mîna ku Rêbertî dibêje; Bêrîtan ji bo me wesiyet e, ew ji bo me bang e, eşqa çalakiyê ye, çalakiya rûmetê ye."
Di merasîma bîranînê de her wiha rewşa siyasî ya li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn hat nirxandin û malbatên cangoriyan nêrînên xwe anîn ziman.
Di merasîmê de bi wesîleya rojiya Yas-i Mûharrem, şehîdên Kerbelayê jî hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi belavkirina aşûreyê bi dawî bû.
WÛPPERTAL
Li bajarê Elmanya Wûppertalê jî 'Şehîdên meha Gulanê' li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Nûnerê Komîteya Malbatên Şehîdan Ahmet Akbaş peyivî û got, "Ya ku em gihandin vê rojê, nirxên me diparêze û mezin dike, ked û şehadeta şehîdên me ye. Divê em xwe li gorî têkoşîna wan bi rêxistin bikin û bi têkoşîneke hêjayî bîranîna wan, tevbigerin."
Merasîma bîranînê, bi nîşandana sînevîzyonek li ser gerîlayên jiyaan xwe ji dest dan dewam kir.
Piştî sînevîzyonê bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.