Kalkan: Şer dikare veguhere qutbûnê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan da xuyakirin, ku eger pirsgirêka Kurd li gorî modela çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê çareserkirin, dibe ku di dema pêş de şerekî giran biqewime û ev şer veguhere qutbûnê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan da xuyakirin, ku eger pirsgirêka Kurd li gorî modela çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê çareserkirin, dibe ku di dema pêş de şerekî giran biqewime û ev şer veguhere qutbûnê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re xeteriyên konsepta şerê topyekûn ê AKP'ê daye destpêkirin nirxand û hişyariyên girîng da.

Kalkan da xuyakirin, ku ji aliyê dîrokî ve tekane kesê dikare aştiyeke mayînde ya Kurd-Tirk çêbike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û anî ziman ku eger ev yek were nirxandin, wê ji bo dewlet û civaka Tirkiyeyê şenseke mezin be.

XETERIYA DIJWARBÛNA ŞER

Kalkan diyar kir ku di rewşeke berevajî de wê pêşeroj ji bo gelan gelekî nebaş be û got, "Ti kes jî nikare wê rolê bilîze. Eger şensê aştî û biratiyê rast neyê nirxandin, modela çareseriyê ya Rêber Apo neyê qebûlkirin û li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, Tirkiye neyê demokratîkkirin û biratiya Kurd-Tirkan neyê afirandin, wê pêşeroj ji bo gelan gelekî giran be. Divê her kes zanibe ku ev rewş dikare rê li ber şer û pevçûnan veke û ev yek jî veguhere qutbûnê.

Kalkan pirsa 'zêdeyî şeş meh in li Îmraliyê rewş çi ye, çi diqewime?' kir û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Rêber Apo çi difikire, rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye, xebatên bi çi rengî dimeşîne? Haya me ji van nîne, haya raya giştî jê nîne, haya gelê Kurd jê nîne. Her kes di nava endîşe, hêrs û nerazîbûnê de ye. Dirêjbûna vê pêvajoyê rê li ber hîn bêhtir nerazîbûn, hêrs û rewşa aloz vedike. Dibêjin 'Kurd çima ewqasî aciz û bi hêrs in'. Eger li ser Rêber Apo ewqas zext bê meşandin, li hemberî gel ewqas komkujî werin meşandin, wê demê ji bilî hêrsbûyînê jin û ciwanên Kurd dikarin çi bikin? Ji bilî nerazîbûnê çi ji wan tê hêvîkirin?"

'TEKANE ŞENSÊ AŞTIYA KURD-TIRK RÊBER APO YE'

Kalkan ragihand ku wan ev rastî gelek caran bilêv kirine, lê belê kesî nedîtiye yan jî heta niha vê rewşê encameke mayînde bi xwe re neaniye û got, "Niha, di rewşeke ku erwçend tund, bi şer û giran derbas dibin de dixwazim vê rastiyê careke din bînim ser ziman: 'Divê her kes bi aqilane tevbigere. Qasidê tekane, şensê tekane yê aştiya Kurd-Tirkan, Rêber Apo ye û divê ev rastî baş were nirxandin. Pêwîste nêrînên wî, polîtîka û hewldanên wî bên dîtin. Yên li aştiyê digerin, yên dixwazin di navbera Kurd û Tirkan de biratiyê pêk bînin divê berê xwe bidin Îmraliyê, pêwîste destê xwe dirêjî destê Rêber Apo bikin. Divê destê aştî û demokratîkbûyînê yê Rêber Apo bigirin û li wê derê li çareseriyê bigerin. Bêguman divê dereng nemînin. Ji ber ku derengmayîn xetere ye."

'JI BO ŞIKESTIN Û PARÇEBÛN ZÊDE NEBE, DIVÊ MODELA ÇARESERIYÊ YA RÊBER APO BÊ NIRXANDIN'

Kalkan bibîr xist ku her roj xwîn dirije, şehîd tên dayîn, mirov tên girtin, gel rastî zext û îşkenceyê tê û got, "Di navbera gelên Kurd û Tirk de qutbûnên ji aliyê hestwarî û giyanî rû didin. Dostanî û biratiya hat afirandin, yek bi yek dişikên û parçe dibin. Ji bo pêşî li kûrbûna vê rewşê bê girtin, divê di modela çareseriya demokratîk a Rêber Apo de, xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bên destpêkirin."