Hevdîtina YNK û PDK’ê bi dawî bû
Piştî hevdîtina di navbera YNK û PDK’ê de ji heyeta YNK’ê Sedî Ehmed Pîre got: “Çawa weke demên berê me hewl da pirsgirêkên xwe çareser bikin, vê carê jî bi heman şêweyî em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Piştî hevdîtina di navbera YNK û PDK’ê de ji heyeta YNK’ê Sedî Ehmed Pîre got: “Çawa weke demên berê me hewl da pirsgirêkên xwe çareser bikin, vê carê jî bi heman şêweyî em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Civîna YNK û PDK’ê ya li Hewlêrê bi dawî bû. Ji heyeta YNK’ê Sedî Ehmed Pîre got: “Çawa weke demên berê me hewl da pirsgirêkên xwe çareser bikin, vê carê jî bi heman şêweyî em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Piştî civîna îro ya di navbera PDK û YNK’ê li Buroya Şaxa 2’emîn a Hewlêrê ya PDK’ê bi dawî bû, daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar hat dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê Buroya Şaxê 2’emîn a PDK’ê Elî Hisên ku axivî, wiha got; “Eger Tevgera Goran dest ji helwestên xwe yên berê berde, em amade ne li gel rûnin û nîqaş bikin.”
Hisên wiha dewam kir: “Eger sedema çûna Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexda nebe astengî, wê PDK hevdîtinên xwe yên li gel aliyên din dewam bike û Tevgera Goran jî hêzek a vê herêmê ye. Berê jî tifaqa PDK’ê bi Tevgera Goran re hebû.”
Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Em nîqaşkirina li gel ti aliyan red nakin û pêwîstiya me bi alîkariya hemû aliyan heye.”
Piştî Hisên li ser navê heyeta YNK’ê Sedî Ehmed Pîre axivî û wiha got; “Em hêvî dikin ev serdana heyeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexda, bibe rêya çêkirina peywendiyên hîn bihêztir.”
Pîre wiha dewam kir; “Rojane alî hevdu dibînin û çawa weke berê me hewl da pirsgirêkên xwe çareser bikin, vê carê jî bi heman şêweyî em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”