Li Zanîngeha Silêmaniyeyê jî boykotê destpê kir

Li Zanîngeha Silêmaniyeyê jî, mamosteyan dest bi boykotê kirin.

Li Zanîngeha Silêmaniyeyê jî, mamosteyan dest bi boykotê kirin.

Hîndekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê dan xuyakirin, ku ji ber heqdestên wan ev 5 meh in nayên dayîn, wan dest bi çalakiya boykotê kirine. Mamoste, heta mafê xwqe werbigirin, ew ê dersê nekin.

'EM BI BIRYAR IN'

Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Silêmaniyeyê Kamil Umer li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman ku heta mafên wan ji aliyê hikûmetê ve neyên dayîn ew ê nekevin dersan. Umer got, "Weke mamosteyên zanîngehê me di nava xwe de biryar stendin. Heta em mafên xwe werbigirin, em ê çalakiya boykotê bikin û dersê nedin. Di van çalakiyê de xwe de em bi biryar in."

Umer da xuyakirin ku bi qasî 5 meh in ew nikarin meaşên xwe werbigirin û got, "Em ê nebin lîstika desthilatdariya siyasî ku dixwaze mamosteyan bê qîmet bike."

'EM WAN WEKE NÛNERÊN XWE NABÎNIN'

Umer diyar kir ku hin mamosteyên xwe weke nûnerên wan nîşan didin, dadikevin qadan û dixwazin çalakiyên wan qels bikin û got, "Em wan weke nûnerên xwe nabînin."

Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê mamoste, ji ber ku nikarin mehaneyên xwe werbigirin, ev demeke dirêj e dibistanan boykot dikin.