'Divê bersiveke demokratîk a gelan hebe'
Endama Komîteya Wêjeyî ya KCK'ê Nûpelda Engîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Mereşê kir, ku ji bo demokrasiyê helwestekê nîşan bide.
Endama Komîteya Wêjeyî ya KCK'ê Nûpelda Engîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Mereşê kir, ku ji bo demokrasiyê helwestekê nîşan bide.
Endama Komîteya Wêjeyî ya KCK'ê Nûpelda Engîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Mereşê kir û got, "Komkujiyên mîna Mereşê di roja îro de li cihên weke Enqere û Pirsûsê qewimîn. Ji bo ev komkujî dewam nekin, girîng e gel di vê demê de helwestek ji bo demokrasiyê nîşan bidin."
Endama Komîteya Wêjeyî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Nûpelda Engîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ev bang li gelê Mereşê kir:
"Weke ku têz anîn di 7'ê Hezîranê de hilbijartin pêk hat. Ji bo demokrasiya gelan, ya rast hilbijartineke baş bû. Ji bo Tirkiyeyê jî atmosfereke baş derket holê. Pêvajoyeke ku aştî ji nû ve lê were avakirin, afirî. Lê bel pêvajoya piştî 7'ê Hezîranê tarî bû û bi tenê xwîn, rondikên çavan û komkujiyên li dû hev da gelan. Xuyaye dawiay van komkujiyan nîne. Ev rewşa niha Tirkiye di nav de ye, ji bo rûdana komkujiyên nû guncaw e. Rûyê ku yekparêzî, dîktatoriyê û faşîzmê nîşan dide ye. Li hemberî vê yekê, girîng e bersiveke demokratîk a hemû gelên Tirkiyeyê hebe."
NAVÊ VÊ PÊVAJOYA TARÎ ŞER E
Di 7'ê Hezîranê sekneke gelan hebû. Li hemberî vê seknê, bi faşîzmê re bersiv hat dayîn. Ji bo ev sekna gelan careke din derkeve holê, pêwîste gelên me hev bigirin, dengê xwe bidin demokrasiyê û demokrasiyê biparêzin. Ji ber ku demokrasî hebûna me ye. Demokrasî hunera me ya biryardayîna li ser navê xwe ye. Demokrasî hunera me ya biryardayîna li ser navê xwe ye, hunera me ya kontrolê ye. Divê ev were parastin; eger ev neyê parastin wê pêvajoyeke bêhtir tarî li ser vê xakê derkeve pêşiya me. Navê vê pêvajoya tarî şer e, navê vê pêvajoya tarî rondikên çavan e, xwîn e, windahî ne. Ji ber vê yekê ez bang li gelan dikim, ku mirovên ji demokrasiyê bawer dikin, dengê xwe bidin HDP'ê.
WÊ BERSIVEKE DÎROKÎ BÊ DAYÎN
Weke mirovek ji Mereşê, weke mirovek ji qirkirin, komkujiya Mereşê rizgar bûye, weke mirovek ji cih û warên xwe hatiye kirin û neçar maye li welatên cuda bijî, bang li mirovên me dikim, ku ji bo rawestandina rijandina vê xwîn û rondikên çavan, dengê xwe bidin HDP'ê. Ev yek wê di heman demê de bersiveke dîrokî be. Di heman demê de wê bibe sîleyek û li rûyê Yezîd bikeve.
DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASIYÊ
Weke Mereşiyek û miroveke ji wê herêmê, weke Kurdeke li wê herêmê mezin bûye, weke mirovek li xakeke ku Kurd, Çerkez, Elewî, Sûnî bi hev re jiya ye, di heman demê de weke mirovek li vê xakê rastî komkujiyê hatiye û ji neçarî derketiye derveyî welat û li welatên cuda jiyaye, bang i gelên me dikim ku dengê xwe bidin demokrasiyê. Bang li gelên me dikim ku ji bo demokrasiyê helwestê nîşan bidin. Ev yek di heman demê de wê xwînê bide kok û rehên me. Komkujiyên mîna Mereşê di roja îro de li cihên weke Enqere û Pirsûsê qewimîn. Ji bo ev komkujî dewam nekin, girîng e gel di vê demê de helwestek ji bo demokrasiyê nîşan bidin. Ji ber vê yekê bang li gelên me, mirovên me dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê. Di vê çarçoveyê de ji tevahiya gelê me re di vê rê de serketinê dixwazim."