Namzeta HDP’ê Başaran a li Hezo bi gel re hat gel hev got: "Piştî 7’ê Hezîranê AKP’ê li hember gelê Kurd şerekî herî qirêj û bêexlaq daye destpêkirin; Em ê di 1’ê Mijdarê de qesra wan a bi xwîna gelên me ava kirine bi serê wan de xera bikin.”
ANF
ÊLIH
pêncşem, 22 kewçêrê 2015, 16:12
Namzeta HDP’ê Başaran a li Hezo bi gel re hat gel hev got: "Piştî 7’ê Hezîranê AKP’ê li hember gelê Kurd şerekî herî qirêj û bêexlaq daye destpêkirin; Em ê di 1’ê Mijdarê de qesra wan a bi xwîna gelên me ava kirine bi serê wan de xera bikin.” Namzet Aslan jî got: "Di destê wan de Quran li qadên hilbijartinan digerin. Wê ev Quran di serî de bi wan vede, ji ber tişta berevajî wê dikin.” Ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê re ku kêm roj mane, namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê yê Êlihê li herêmên xwe xebatan bênavber dimeşînin.
Di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de namzetên HDP'ê Ayşe Acar Başaran ve M. Alî Aslan li navçeya Hezo ya Êlihê bi gel re hatin gel hev. Başaran û Aslan ên bi germahî hatin pêşwazîkirin bi gel re sohbet kirin. Rêveberên HDP-DBP’ê jî li gel namzetan cih girtin. Namzetan destpêkê pirsgirêk û çavdêriyên gel guhdar kirin û têkildarî hilbijartina 1’ê Mijdarê daxuyanî dan.
BAŞARAN: EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN!
Başaran diyar kir ku gelê Hezo 7’ê Hezîranê piştgiriyeke mezin daye HDP’ê û got:
"Ji ber di 7’ê Hezîranê de serketina gelê Kurd hezm nekirin, li çar aliyê welêt desthilatdariya AKP’ê şerekî qirêj da destpêkirin. Ji bo bi tena xwe bibe desthilatdar, ji bo sûc, dizî û sûcên li hember gelên Tirkiyeyê kirine veşêrin, şerekî herî qirêj û bêexlaq li hember gelê Kurd daye destpêkirin… Li hember vê hovîtiyê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em ê yekîtiya xwe xurt bikin, ezma têkoşîna xwe pêş bixin.”
ASLAN: WÊ QURANA DI DESTÊ WAN DE BI WAN VEDE!
Namzet Aslan jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê. Aslan got ku AKP îstîsmara ol dike û bal kişand ser van xisûsan: “Di destê wan de Quran li qadên hilbijartinan digerin. Wê ev Quran di serî de bi wan vede, ji ber tişta berevajî wê dikin… Bi destûra Xwedê û bi piştgiriya we em ê 1’ê Mijdarê dawiya wan bînin.”
Piştî axaftinan namzetên HDP’yî Navenda Perwerdeya Gel a Hezo û paşê Nexweşxaneya Dewletê ya Hezo ziyaret kirin.