Gefa 'deng nedin HDP'ê' li keyayan hat xwarin
Alîkarê Serokê Komeleya Keyayên Patnosê Ozcan Ozalaca diyar kir, ku tevî keyayên Patnosî, keyayên li gelek navçe û bajaran rastî gefa AKP'ê tên. Ozalaca da xuyakirin ku AKP gefa xizmetê li keyayan dixwe.
Alîkarê Serokê Komeleya Keyayên Patnosê Ozcan Ozalaca diyar kir, ku tevî keyayên Patnosî, keyayên li gelek navçe û bajaran rastî gefa AKP'ê tên. Ozalaca da xuyakirin ku AKP gefa xizmetê li keyayan dixwe.
Li Agirî, bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re zextên li ser keyayan zêde dibin. Alîkarê Serokê Komeleya Keyayên Patnosê Ozcan Ozalaca diyar kir, ku tevî keyayên Patnosî, keyayên li gelek navçe û bajaran rastî gefa AKP'ê tên. Ozalaca da xuyakirin ku AKP gefa xizmetê li keyayan dixwe.
Ozalaca ragihand ku gefa "Eger li taxan, deng ji bo HDP'ê were dayîn, wê bi sûcdariya 'destek daye rêbazên şîdet û gefê yên rêxistinê' lêpirsîn bê vekirin" li wan hatiye xwarin. Ozalaca diyar kir, ku ev rewş ji aliyê keyayan ve bi awayekî matmayî ve hatiye pêşwazîkirin û bang li rêxistinên civakî yên sivîl û gel kir, ku xwedî li keyayan derkevin.
Ozalaca bibîr xist ku beriya niha Serokkomar Erdogan, bi zexta sîxurbûyînê re hewl daye qîmeta wan a di nava gel de tine bike û got, "Divê em keya serbixwe û bêalî bin. Wijdan û vîna gel kîjan biryarê bide, divê em hurmetê nîşanî wê bidin. Em nikarin zextê li mirovan bikin, ku dengê xwe bidin partiyekê."
Ozalaca anî ziman ku ji qereqolê bang li keyayan hatiye kirin û kaxizeke vala bi wan hatiye îmzekirin û got, "Tevî ku neçariyeke bi vî rengî ya qanûnî tineye jî, bi awayekî bêhiqûqî pêkanîneke bi vî rengî li ser keyayan tê ferzkirin. Ev karên tên kirin, li dijî fermiyetê ne." Ozalaca destnîşan kir ku zextên li keyayan tê kirin, êdî wan bêzar û aciz dikin.