Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Şik jiyana xwe ji dest da

Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Şik di qezaya trafîkê ya li navçeya Peyasê de birîndar bû tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin.

Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Şik di qezaya trafîkê ya li navçeya Peyasê de birîndar bû tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin.

Li navçeya Peyasê ya Amedê di xaçeriya Otogarê de wesayîtekê li wesayîta ku xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Şik diajot xist û qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de Şik bi giranî birîndar bû. Şik rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Gazî Yaşargîlê û li vir ligel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin. Hevalên wî yên ku bûyer bihîstin û gelek rojnameger, namzetên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek hatin ber nexweşxaneyê. Malbata Şik hatin nexweşxaneyê, cenaze wergirtin û ber bi Edeneyê ve derketin rê. Cenazeyê Şik wê sibê li Goristana Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê bê defnkirin.