Namzetên HDP’ê li Wanê rastî eleqeyeke zêde hatin

Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê xebatên xwe yên hilbijartinan bi civînên taxan û ziyareta esnafan didomînin.

Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê xebatên xwe yên hilbijartinan bi civînên taxan û ziyareta esnafan didomînin. 

ÎPEKYOLÛ

Heyeta HDP’ê danê sibehê li Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Îpekyolû esnaf ziyaret kirin. Piştî nîvro jî esnafên li Cadeya Maraş ziyaret kirin.

Hevserokê HDP’a Wanê Veysî Dîlekçî, namzetê HDP’ê yên Wanê Lokman Ergun, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê yê DBP’a Wanê Mûsa Îtah, rêveberên navçe û bajêr ên HDP- DBP’ê di ziyaretan de amade bûn.

TÛŞBA

Namzetê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê Hatîce Can, Taxa Akkopru û sîteya Marangozlar zîyaret kirin. Di ziyaretan de Botan axivî û diyar kir ku AKP’e di 7’ê Hezîranê de îradeya gel nas nekir, welat ber bi aloziyê ve ajot, piştre jî berê gel careke din da hilbijartinan. Botan destnîşan kir ku gel wê di 1’ê Mijdarê de bersiva pêwîst bide.

PAYÎZAVA

Namzeta HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe xebatên xwe yên hilbijartinê li Payîzava domand, esnaf ziyaret kir. Namzeta HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarên Payîzava Zekî Yildiz û Yildiz Çetîn, Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Payîzava Metîn Oner û Şevda Taniş, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Payîzava Canan Gundogdû, endamên meclîsa şaredariyê, partîyî û muxtar li Navenda Payîzava û Hoşap tevlî ziyareta esnafan bûn.

ESNAFAN: DENGÊ ME JI BO HDP’Ê, JI BO AŞTIYÊ

Di ziyareta esnafan de Ertan, belavokên partiya xwe belav kir, bi esnafan re sohbetên germ pêş xist. Esnafan Ertan bi eleqeyek mezin pêşwazî kirin û gotin: “Me çawa di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengê xwe da partiya xwe, di van hilbijartinan de jî em ê dîsa dengê xwe bidin partiya xwe, em ê dengê xwe bidin aştiyê.”

OZGOKÇE: GEL ŞER NAXWAZE WÊ DI 1’Ê MIJDARÊ DE JÎ NÎŞAN BIDE

Ozgokçe dema ziyareta esnafan de ji bo kedkarên çapemeniyê jî daxuyaniyek kurt da. Ertan diyar kir ku ji ber dizanin û bûne şahid ku gel alîgirê aştî, xwişktî û biratiyê ye, ji bo vê jî bi xwe diçin cem gel. Ertan destnîşan kir ku gel vî şerê AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dane destpêkirin napejirîne û got: “Gel çawa bi vê pêvajoyê bawer bin, bi awayekî herî baş jî wê bersivê bidin.”

Piştî ziyaretên esnafan, Ertan û jinên pê re bi jinên Hoşapê re hatin gel hev.

...