'Operasyona Hewîce wê bidome'
Fermandarê Pêşmergeyan ê Herêma 4. General Resûl Omer got, "Ji sedî nod ê Kerkûkê di bin kontrola hêzên Kurd de ye. Ev yek jî bi fedekariya hêzên gerîla û pêşmergeyan pêk hat."
Fermandarê Pêşmergeyan ê Herêma 4. General Resûl Omer got, "Ji sedî nod ê Kerkûkê di bin kontrola hêzên Kurd de ye. Ev yek jî bi fedekariya hêzên gerîla û pêşmergeyan pêk hat."
Fermandarê Pêşmergeyan ê Herêma 4. General Resûl Omer, der barê asta têkoşîna hêzên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê tê meşandin de ji ANF'ê re axivî û got, "Ji sedî nod ê Kerkûkê di bin kontrola hêzên Kurd de ye. Ev yek jî bi fedekariya hêzên gerîla û pêşmergeyan pêk hat."
Omer diyar kir ku li beşeke mezin a temamiya eniyên Kerkûkê kontrol pêk hatiye û anî ziman ku herêmeke ji 62 kîlometreyan a navbera hêzên Iraqê û wan de di destê çeteyên DAIŞ'ê ye. Omer da xuyakirin ku artêşa Iraqê li wê herêmê hatiye heta Hemrînê lê sekiniye û destnîşan kir, ku ev herêm ji bo operasyoneke bejahî ne erdnîgariyeke guncaw e.
Omer anî ziman ku ew dûrxistina Mûstafa Seyît Qadir ji Wezaretiya Pêşmergeyan qebûl nakin û diyar kir, ku ji bo wan bi awayekî fermî Wezîrê Pêşmergeyan Qadir e. Omer ragihand, ku ji bilî Qadir ew fermana ti kesî qebûl nakin û da zanîn, ku dûrxistina pêşmerge û fermandarên nêzî tevgera Goran ji wezîfeyê ne rast in û li herêma wan wê tiştekî bi vî rengî pêk neyên.
Omer ragihand ku têkoşîna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê gelekî girîng e û got, "Hêzên gerîla di azadkirina Kerkûkê de roleke girîng lîstin û hînê jî bi vê rola xwe radibin. Ez bawerim ku wê ji niha û pê ve jî vê rola xwe bidomîne. Ji ber vê yekê, em ne weke hêzeke ji derve hatiye li gerîla dinêrin, weke hêza esîl a vê xakê dibînin."
'PARASTINA KERKÛKÊ JI ALIYÊ HEVKARIYA HÊZÊN KURD VE HAT KIRIN'
Resûl Omer anî ziman ku piraniya Kerkûkê ketiye bin kontrola wan û got, "Ev yek jî ji aliyê pêşmerge û gerîlayan ve hat kirin. Ji sedî nod ê Kerkûkê niha di bin kontrola hêzên gerîla de ye. Hêzên me yên li herêmê ne, niha çeperên ji DAIŞ'ê rizgar kirine, qewîn dikin. Ji aliyê leşkerî ve amadekariyên xwe dikin. Xebatên leşkerî û ewlekariyê yên li herêmê, mirov dikarin bêjin ku li gorî salên bihurî baştir e. Em vê yekê jî deyndarê cesaret û fedekariya mezin a hêzên pêşmerge, gerîla, asayîş û polîsan ên leheng in, ku di çeperên parastinê de nîşan dan. Em parastin û azadiya bajarê Kerkûkê deyndarê van hêzan e."
Omer da xuyakirin ku li başûrê Kerkûkê herêmek 62 kîlometre ya di navbera wan û artêşa Iraqê de di destê DAIŞ'ê de ye, ev herêm ji bo operasyoneke bejahî ne guncaw e û got, "Ew herêm heta niha balafiran hat bombekirin. Hewîce herêmek di navbera hêzên Iraqê û me de ye. Herêmeke ji 62 kîlometreyî ya di navbera hêzên Iraqê û hêzên me de ye, li benda rizgariya ji DAIŞ'ê ye. Li vê herêmê tevî navçeya Hewîce, gelek bajarok û gundên mezin ên weke Reşad, Riyaz, Ebbasiye û Zapê hene. Ji aliyê leşkerî ve ji bo operasyoneke bejahî ne guncaw e. Ji ber vê yekê artêşa Iraqê ancax xwe gihandiye heta herêma Hemrînê. Ji vir û pê ve ancax balafir dikarin lê bidin. Lê belê, hêzên pêşmergeyan û leşkerên DYA beriya niha bi çend rojan operasyoneke nuqteyî ya bejahî li vê herêmê kirin. Di vê operasyonê de cara yekê leşkerên DYA'yî jiyana xwe ji dest dan."
'DAIŞ WÊ ÊDÎ NEMA KARIBE BI HÊSANÎ TEVBIGERE'
Der barê operasyoneke komandoyên Kurd û DYA yên çend roj berê li hemberî girtîgeheke DAIŞ'ê ya li Hewîce de Omer ev agahî da: "Operasyonên bi vî rengî di destpêkê de li Hewîce hatin ceribandin. Serketî jî bû. DAIŞ ket rewşeke welê ku li çeperên xwe êdî nikare bi hêsanî tevbigere. Di encama vê operasyonê de 70 mirov hatin rizgarkirin. Ez nizanim ew mirov kî ne. Lê belê ya girîng ew e ku ji destê DAIŞ'ê 70 mirovên sivîl hatine rizgarkirin. Ne girîng e kî ne."
Omer da xuyakirin ku di vê operasyonê de cara yekê xwîna leşkerên Kurd û Amerîkî di heman şerî de rijiya ye û got, "Divê dijmin me baş fêm bike. Çi li Mûsil, çi jî li Hewîce, Reqqa yan jî cihekî din, em xwedî wê hêzê ne ku bikevin çeperên wan û bi destan wan zevt bikin. Em dikarin li hemberî navendên wan operasyonê bikin û bi zerareke kêm, wan navendan tine bikin. Di nava hêzên DAIŞ'ê de dîsîplîneke leşkerî nemaye. Piştî Yas-i Mûharrem divê artêşa Iraqê jî dest bi operasyonên bi vî rengî bike, ku em çeteyên DAIŞ'ê bi temamî ji herêma xwe derxînin."
'KES NIKARE BÊJE GERÎLA MÊVAN E'
Omer bal kişand ser têkoşîna gerîla û pêşmergeyan a li heman çeperan li dijî çeteyên DAIŞ'ê û destnîşan kir, ku gerîla hêzên parastina vî welatî ne.
Omer got, "Hêzên gerîla mirovên azad in, mirovên şervan in. Li cem min 2 gerîlayan bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. 8 gerîla birîndar bûn. Hem şehîdên gerîla hem jî şehîdên pêşmerge, ji bo me yek e. Her du jî leheng in ku di parastina xaka Kurdistanê de şehîd ketine. Ji ber vê yekê, ew mirovên ku parastina xwe dikin e. Ew li vir ne hêzeke biyanî ne, ew hêza xwecihî ne."
'MÛSTAFA SEYÎD QADIR WEZÎRÊ FERMÎ YÊ PÊŞMERGEYAN E, EM YEKÎ DIN QEBÛL NAKIN'
Resûl Omer herî dawî îdîayên çapemeniya Başûrê Kurdistanê yên li ser dûrxisitna Wezîrê Pêşmergeyan Mûstafa Seyîd Qadir û hin fermandarên nêzî tevgera goran ji wezîfeyê, nirxandin kir û anî ziman ku li herêma wan tiştekî wina nîne, ji bo wan Mûstafa Seyîd Qadir wezîrê pêşmergeyan e.
Omer der barê îdîayan de ev nirxandin kir: "Pêşmerge yan jî fermandarên ser bi Tevgera Goran bi ti awayî li vê herêmê ji wezîfeyê nehatine girtin. Kî dibe bila bibe, tiştekî bi vî rengî ne rast e. Weke fermandarê pêşmergeyan ê li Kerkûkê, heta çareseriya van hemû pirsgirêkan ez Mûstafa Seyîd Qadir weke wezîrê pêşmergeyan dibînim. Ji bo min ew wezîrê fermî yê pêşmergeyan e. Ti kes nikare bêje ku Mûstafa Seyîd Qadir ne wezîrê pêşmergeyan e. Ji bilî îmzeya wî, ti îmzeyên din nayên qebûlkirin. Lewma, li eniya me ti hêzek nêzî partiyekê ji wezîfeyê nehatiye girtin û nehatiye şandin."