MŞD'ê nerazîbûnek tund nîşanî PDK'ê da

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê nerazîbûneke tund nîşanî hewldana PDK'ê ya ji bo girtina korîdora navbera Rojava û Şengalê da û bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir, ku nehêle êdî Êzidî di nava agirê PDK û DAIŞ'ê de bişewite.

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî, nerazîbûneke tund nîşanî êrîş û hewldana PDK'ê ya bi hezaran pêşmergeyan re dixwaze korîdora navbera Rojava û Şengalê bigire.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo Şengal bê talankirin, wêrankirin û Êzidî bi temamî werin qirkirin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de PDK'ê 13 hezar pêşmergeyên xwe bi tank, top û çekên giran ji Şengalê vekişandiye û Şengal pêşkêşî DAIŞ'ê kiriye.

MŞD'e destnîşan kir, ku eger YPG û HPG'ê xwe negihandibûna hawara Şengalê wê neferek jî ji mirovên li Şengalê nemabûya û diyar kir ku PDK ji vê pêngava rizgarkirinê ya YPG û HPG'ê aciz bûye.

MŞD'e da zanîn ku piştî pêşîgirtina li vê qirkirinê, PDK'ê vê carê hewl daye di nava Êzidiyan bi xwe re pevçûnê derxîne, civakê li hemberî hev rake.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldana girtina korîdora navbera Rojava û Şengalê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve û ev xal hat destnîşankirin.

"PDK bi vê jî têr nebû. Di 26'ê Cotmeha 2015'an de bi hezaran pêşmerge bi wesayîtên leşkerî derbasî derdora Xanesor û Şîlo bûn. Bi vê yekê re tê xwestin, korîdora di navbera Rojava û Şengalê de qut bikin û nehêle alîkarî ji şervanên YBŞ'ê re bê dayîn. Li aliyê din ku DAIŞ karibe, hemleya paqijkirinê pêk bîne."

BANG

MŞD'ê ev bang li hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê kir: "Hûn li benda çi ne? Hûn ê kengî dengê xwe bilind bikin? Gelo hûn Êzidiyan mîna xwişk û birayên xwe dibînin? Eger bersiva we erê be, vaye xwişk û birayên we di nava agirê PDK û DAIŞ'ê de dişewite. Em li benda helwesta we ya niştimanperwerî ne."

MȘD banga xwe li Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) jî kir ku bi lezgînî bikeve nava hewldanan û bala qada navneteweyî bikişîne ser mijarê.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû mal, komeleyên Êzidiyan, FKÊ, GEA Zentral Rat, Parêzerên Civaka Êzidî û şexsiyetên Êzidiyan kir, ku div ê roja dîrokî de zilma li ser Şengalê qebûl nekin û nerazîbûnê nîşan bidin.

Ji tevahiya gelê Kurd jî hat xwestin ku rabe ser bpiyan û bersivê bidin vê zilmê.