Leşkeran li Dêrsimê gef li HDP’yiyan xwarin

Heyeta ku ji parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû, hevserokên DBP û HDP’ê pêk dihat îro dema li herêma Kutu Dere ya girêdayî Dêrsimê diçûn ziyareta taziyeya malbatekê, fermandar emrê “li wan bidin” da leşkerên ku rê kontrol dikin.

Heyeta ku ji parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû, hevserokên DBP û HDP’ ê pêk dihat îro dema li herêma Kutu Dere ya girêdayî Dêrsimê diçûn ziyareta taziyeya malbatekê, fermandar emrê “li wan bidin” da leşkerên ku rê kontrol dikin.

Onlû diyar kir ji bo taziyeyê bi heyeta ji hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê pêk dihat ketin rê û got, “Leşkerên ku rê kontrol dikirin nasname xwestin. Li ser vê jî hevalên me gotin wesayîta wekîl e. Lê fermandarê leşkeran fermana guleyê bidin ber çekan da. Li ser vê me xwest bi rêya telefonê em peywendiyê li gel Walî Osman Kaymak çêbikin, lê bersiva telefona me nehat”   

Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu û heyeta pê re ku hê li ber Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê rawestiyane, Onlû da diyar kir ku têkildarî mijarê wê gilî bikin.