Yuksekdag: Ne bi 80 bi 100 wekîlî em ê vegerin!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di vekirina otogara Erdîşê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd li hemberî gefan serî natewîne û gelê Wanê wê di hilbijartinê de bi 8 wekîlan derseke baş bide AKP'ê.

Otogara Erdîşê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê mezin a Wanê ve li navçeya Erdîşê hat çêkirin ji xizmetê re hat vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarên Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya û bi hezaran welatî tevlî vekirinê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di vekirinê de axivî û diyar kir ku peywira şaredariyên DBP'î ya sereke ji gel re xizmet e û tevî hemû astengiyan wê xizmeteke baş bikin. Yuksekdag der barê 20 hevşaredarên hatin girtin de wiha got: "Nikarin me bitirsînin û em ji rêya xwe venagerin."

Yuksekdag da zanîn ku gelê Wanê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de tercîha xwe ji bo HDP'ê bikar anî û wiha axivî: "Hikûmet li hemberî yekîtiya gelê Wanê tehemûlê nîşan nade. Hûn nikarin tercîha gel lêpirsîn bikin. Êrîşên li hemberî bijartiyên me dikin ji ber ku gel ji xwe baştir dibînin e. Ji ber ku gelê Wanê yên rast û dirûst hilbijartin hesuduyê dikin."

GELÊ WANÊ WÊ BI 8 WEKÎLAN DERS BIDE AKP’Ê

Yuksekdag da zanîn ku gelê Wanê wê di 1'ê Mijdarê de bi 8 wekîlên hilbijêre, derseke baş bide AKP'ê û wiha pê de çû: "Gelê Wanê her tim tercîhên rast kir. Wê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî tercihek baş bike. Em ê wê demê jî xwedî li hemû bijartiyên xwe derkevin. Dibe ku hevşaredara me Dîba li vir nebe lê keda wê li vir e."

EM Ê BI XWEDÎDERKETINA XWERÊVEBERIYÊ GELÊ XWE BILIND BIKIN

 Yuksekdag got "Em ê bi parastina vîna xwerêveberiya gelan bilind bikin" û wiha  berdewam kir: "Me hemû astengî derbaskirin û em meşiyan. Em li her derê digerin. Em bi pereyên di qutiyên pêlavan de nehatin xwedîkirin û em ji gelê xwe hêzê digirin. Em tim layîqî dengên gelê xwe yên paqij dibin. Bijartiyên me ji ber dizî û nelirêtiyê nehatin kirin ji ber vîna xwe nîşandan hatin girtin. Bi van girtinan nikarin gel têk bibin. Em ê bi we hilberîna xwe bidomînin. Tenê bi çeperên me qezenckirin xwe nakirin. Em ê bi xizmetên nû bikin û çeperên nû qezenc bikin."

VÎ GELÎ SERÎ LI HEMBER GEFAN TI CAR NETEWAND

Yuksekdag bilêv kir ku Serokwezîr Davutoglu bi "Torosên spî" gef li gelê Wanê xwarin û gelê Kurd ji gefan natirsê û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber ku 400 wekîl dernexistin li hemberî Kurdan şer dan destpêkirin. Hûn çeperên me yên demokratîk gel dibînin. Hewl didin kefyxweşiya me ji me re heram bikin. Wê demê em bi 7 wekîlan na bi 8 wekîlan, bi 80 wekîlan na bi 100 wekîlan em ê vegerin. Serokwezîr bi gefan dengan dixwaze. Me ew deng bi keda xwe girtin. Aqilê wan di salên 90'î de ma. Di nava 3 mehan de ji salên 90'î xerabtir kirin."