Bêrîtan li kolanên berxwedanê hat bîranîn

Li Nisêbînê aktîvîstên KJA’yê ji bo gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bernameya bîranînê li dar xistin.

Li Nisêbînê aktîvîstên KJA’yê ji bo gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bernameya bîranînê li dar xistin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) di 23’emîn salvegera şehadeta gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de, li Taxa Yenîşehîrê bernameya bîranînê li dar xistin. Di bernameyê de aktîvîstên KJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştî rêzgirtinê li ser têkoşîn û jiyana Bêrîtan sînevîzyon hate pêşandan.

Piştî pêşandana sînevîzyonê destpêkê parlamenterê berê yê DEP’ê Alî Yîgît axivî û diyar kir ku ew di kesayeta Bêrîtan de hemû cangoriyên azadiyê bibîr tînin û got ku têkoşîn û berxwedana Bêrîtan dîroka jina Kurd ku niha gihiştiye çi astê radixe ber çavan.

‘BERXWEDANA BÊRÎTAN ÊRÎŞ VALA DERXIST’

Di bîranînê de Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kut jî destnîşan kir ku ew ê her tim di xeta Bêrîtan de bimeşin û got ku bi ruhê berxwedana Bêrîtan di serî de li Nisêbînê û li tevahiya Kurdistanê berxwedana gel pêş dikeve û êrîşên li hemberî gel vala hatine derxistin.

Di dawiya axaftinan de Koma Muzîkê ya Navenda Çanda Mîtannî ji bo bîranîna Bêrîtan stran got û helbest xwend. Piştî bernameya hunerî bîranîn bi dawî bû.