Êrîşên artêşa Tirk ên li hember YPG’ê didomin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser çeperên hêzên wan didomin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser çeperên hêzên wan didomin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li ser çeperên hêzên YPG/YPJ’ê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Êrîşên arteşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabû destpêkirin berdewam dikin.

Li gor vê yekê:

25’ê Cotmehê di navbera saet 22.00 û 23.00’an de arteşa Tirk li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a rojavayê bajaroka Girê Spî ya giredayî Kobanê, bi çekên A-4 êrîşek li dar xistin.

26’ê Cotmehê (îro) derdora saet 14.00’an Arteşa Tirk li dijî çepêrên me yên li ser xeta sînor a gundê Zormixar a rojavayê Kobanê êrîşên sekvanî li dar xistin.

Di van êrîşên arteşa Tirk de ti windahiyekê rû nedaye.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi çekên giran ku ev hefteyeke li hember xeta başûr û rojavayê Kobanê tên lidarxistin berdewam dikin.

Li gor vê;

25’ê Cotmehê di navbera saet 21.00 û 22.00’an de û 26’ê Cotmehê (îro) di navbera saet 08.00 û 10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên Şikeyf û Mîrveh ên giredayî bajaroka Sirîn a Kobanê bi çekên giran êrîşek li dar xistin.

26’ê Cotmehê di navbera saet 03.00 û 04.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Hamam a giredayî Cerablûs bi topên hawanê êrîş birin ser gundê Cadê ya rojavayê Kobanê. Di êrîşa ku yekser sivîl hedef digirt de ti windahî nehatine jiyîn.

26’ê Cotmehê di navbera saet 14.00 û 15.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Mixera yê giredayî bajaroka Eyn Îsa ya Kobanê bi topên hawanê êrîşek li dar xistin.