6 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin - HAT NÛKIRIN
6 şervanên YPG’ê li Goristana Şehîd Dijwar ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de peyama, “Em ê di şopa şehîdan de bimeşin” hat dayîn.
ANF
HESEKÊ
sêşem, 27 kewçêrê 2015, 13:33
6 şervanên YPG’ê li Goristana Şehîd Dijwar ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de peyama, “Em ê di şopa şehîdan de bimeşin” hat dayîn û wiha hat gotin, “Evqas berxwedan ku heye terkkirina welatê xwe ne li gor welatparêziyê ye. Em ê her parçeyê Kurdistanê biparêzin.”6 şervanên YPG’ê yên di dîrokên cuda de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, bi tevlîbûna hezaran kesî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê girêdayî Hesekê bi merasîmeke leşkerî spartin axê.
Ji bajar nûnerên saziyên civaka demokratîk, Saziya Malbata Şehîdan, ser navê Tev-Dem Bêjar Dêrik, ser navê YPG/YPJ Zîlan Bêrîvan, rayedarên Yekîtiya Star, Partiya Yekîtiya Suryaniyan û Meclîsa Bajar a Hesekê jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasîma ku merasîma leşkerî jî hate lidarxistin bûn.
Di merasîmê de piştî malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ser navê YPG/YPJ Zîlan Bêrîvan mafê axaftinê wergirt. Bêrîvan wiha got: “Me soz daye şehîdan; em ê li ser şopa wan bimeşin, heta dawiyê em ê tola wan hilînin.”
'TI TÊKILIYA TERIKANDINÊ BI WELATPARÊZIYÊ TINEYE'
Li ser navê TEV-DEM Bêjar Dêrik axivî û got:
“Niha bi hezaran hevrêyên me li çeperan e. Û em li vir, 6 lehengên Kobanê bi rê dikin. Ji ber vê em çiqasî der barê şehîdan de biaxivin jî kêm e. Ti pênûs nikare wan binivîsîne, ti fîlozof nikare bîne ser ziman. Ji ber ku ew rêberên vî gelî ne. Û ew îspatên welatparêzîyê yên herî vekirî û yên herî dawî ne.
Ewqasî şehadet, ewqasî berxwedan ku heye, terikandina welat ne li gor welatparêziyê ye, ev ti carî nikarin bibin şopdarên şehîdan. Her wiha rastiyeke Kobanê heye. Kobanê bi şehadetan rizgar bû. Me çawa Kobanê parastibe, her wiha em her parçeyê Rojava jî biparêzin. Me li ber xwe da, ji ber vê jî bila ti kes xwe di ti mijaran de nexapîne; em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Piştî merasîmê, 6 şervanên YPG’ê bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê” ve hatin oxirkirin.