Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Şeva 26’ê Cotmehê di navbera saetên 21.00 û 22.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li rojavayê çemê Firatê li dijî hêzên me êrîşek li dar xistin. Li hemberî êrîşa ku bi topên hawanê li dijî Girê Dahola yê nêzîkî bajarokê Sirîn ê giredayî Kobanê hate lidarxistin, hêzên me bersivên pêwîst dan.
27’ê Cotmehê (îro) di saetên sibehê de hêzên me li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa yê giredayî Kobanê operasyonek li dar xistin. Operasyona ku bi armanca paqijkirina mayinên çeteyên DAIŞ’ê yên li nêzîkî gundê Genterî çandibûn hat destpêkirin, bi awayekî serketî bi encam bûye.”