Li Kobanê ji ber teqîna mayînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kobanê, mayîna ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû çandin teqiya. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Mayînên ku di dema êrîşên li hemberî Kobanê de ji aliyê çeteyan ve hatine çandin, gefê li ewlekariya sivîlan dixwin.
Îro saet di 9:00 de, welatiyên bi navê Hadî Bozan ê 55 salî yê ji gundê Cirin ê 50 km li rojhilatê Kantona Kobanê ye, tevî xizmê xwe yê bi navê Teslîm Xelîl ê 45 salî yê ji gundê Exbaşê, dema dixwetin mala Hadî Bozan vebikin, mayîna ku çeteyên DAIŞ’ê li malê çandibûn bi wan de teqiya. Di bûyerê de her du welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyên kantonê cenazeyên her du welatiyan îro li gundê Cirin û li gundê Exbaşê spartin axê.