Aşlig ê 16 salî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Dayika Mustafa Aşlig ê li Silopiya ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Besna Aşlig di merasîma cenaze da axivî û wiha got: "Em ê heya kengî cenazeyên ciwanan bidin axê?"

Cenazeyê ciwanê bi navê Mustafa Aşlig (16) ê şeva bihurî tevî ku ti bûyer tinebûn jî li Taxa Cûdî ya Silopiyayê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat definkirin. Cenazeyê Aşlig piştî karên otopsiyê yên li Nexwexaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn Silopiyayê. Cenazeyê Aşlig li ber Mizgefta Mekke ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Di dema pêşwazîkirinê de dirûşma, "Şehîd namirin" hat berzkirin.
DARBEST JI ALIYÊ HEVALÊN WÎ VE HAT HILGIRTIN
Piştî wecîbeyên olî nimêja cenaze hat kirin. Paşê darbesta Aşlig ji aliyê hevalên wî ve hat hilgirtin û ber bi taxa lê bê definkirin ve birin. Piştî girse gihişt goristanê ji bo merasîma cenaze amadekarî hatin kirin û di wê demê de Dayika Aşlig darbesat kurê xwe hembêz kir û giriya. Piştî demên hestiyar hatin jiyîn sirûda "Ey Reqîp" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat.
'DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI CIWANÊN XWE DERKEVE'
Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir diyar kir ku divê gel êdî li hemberî zilm û zordariya hikûmeta AKP'ê sekna xwe nîşan bide û wiha got: "Ciwanên me ji bo malbatên xwe na ji bo parastina vî gelî xendekan dikolin û ber xwe didin û canê xwe feda dikin. Divê gelê me xwedî li ciwanên xwe derkeve. Em ê heya kengî cenazeyên ciwanên xwe bidin axê."
Nayir anî ziman ku gelê Kurd her tim aştiyê dixwaze û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê her tim şer dixwaze û li hemberî me ev yek pêk anîn. Gelê me wê bersiva vî şerî di sindoqan de bide û divê hemû kes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkeve."
Apê Aşlig Mehmet Aşlig jî sersaxî li gelê Kurd û Kurdistanê xwest.
Piştî axaftinan cenazeyê Aşlig bi dûayan hat definkirin.