YBŞ û HPG: PDK rêya Şengal-Rojava digire
Fermandariya YBŞ û Fermandariya HPG’ê ya Şengal, li ser girtina rêya di navbera Şengal-Rojava ya ji aliyê PDK’ê ve daxuyanî da.
Fermandariya YBŞ û Fermandariya HPG’ê ya Şengal, li ser girtina rêya di navbera Şengal-Rojava ya ji aliyê PDK’ê ve daxuyanî da.
Fermandariya YBŞ û Fermandariya HPG’ê ya Şengal, li ser girtina rêya di navbera Şengal-Rojava ya ji aliyê PDK’ê ve di daxuyaniya ku weşand de got: “Pêkanîna mijara gotinê eger pêkanîneke hêzên herêmê be divê tavilê mudaxeleyî vê rewşê bê kirin û bê bidawîkirin. Eger ev pêkanîn, pêkanînên ku ji navenda PDK’ê hatine diyarkirin û pratîkirin be wê hêzên me li gor vê xwe bi cih bikin û tedbîrên xwe bigirin.”
Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê ya Şengalê de hat diyarkirin ku rêya di navbera Şengal-Rojava de ya hem ji bo gelê Êzidî yê li çiyayê Şengalê hem jî ji bo hêzên xwe bi armanca pêdiviyên lojîstîk û tenduristiyê tê bikaranîn ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tê astengkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Yekîneyên me di rêya navbera Şengal-Rojava de ya bi armanca pêdiviyên lojîstîk û tenduristiyê bi kar tînin ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatine sekinandin. Li ser vê jî gelê me yê li herêmên Kersê û Serdeşt, hêzên pêşmergeyan protesto kirin û bertekên xwe nîşan dan.” Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji bo bê zelalkirin ku ev biryara astengkirinê û pratîk talîmateke ji navenda PDK’ê hatiye dayîn an pêkanîneke hêzên herêmê ye bang kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêvajoyeke gelê Kurd li hember dijminekî weke DAIŞ’ê şer dimeşîne polîtîkayên wiha bi ti awayî ne li gor berjewendiyên gelê Kurd in û wiha hat gotin: “Ji ber vê pêwîst e ev pêkanînên wiha yên dikarin rê li ber provokasyonan vekin bên bidawîkirin. Pêkanîna mijara gotinê eger kiryareke hêzên herêmê be divê tavilê mudaxeleyî vê rewşê bê kirin û bê bidawîkirin. Eger ev pêkanîn, kiryarên ku ji navenda PDK’ê hatine diyarkirin û pratîkirin be wê hêzên me li gor vê xwe bi cih bikin û tedbîrên xwe bigirin. Eger eger rewş dewam bike wê destûr neyê dayîn hêzên pêşmergeyên girêdayî PDK’ê di asayîşên hêzên YBŞ û gerîlayên HPG’ê girtine de derbas bibin.”
Di daxuyaniyê de bang li tevayî gelê Kurdistan û raya giştî ya demokratîk hat kirin ku ji bo PDK tavilê dest ji pêkanînên wiha berde zextê li ser PDK’ê bikin û vê rewşê protesto bikin.