Ji AKP'ê pêkanîneke skandal: Şopa tiliyan û îmzeya HDP’yiyan tê girtin!

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, diyar kir ku li Çinarê dozgeriyê bang li kesên deng dane HDP’ê kiriye, şopa tiliyên wan û îmzeyên wan girtine. Balûken banga, “Neçin dozgeriyê” li gel kir.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, diyar kir ku li Çinarê dozgeriyê bang li kesên deng dane HDP’ê kiriye, şopa tiliyên wan û îmzeyên wan girtine. Balûken banga, “Neçin dozgeriyê” li gel kir.

Li gelek gundên girêdayî navçeya Çinar a Amedê dozgeriyê bang li gel kir. Gundiyên ku ji ber deng dane HDP’ê der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, wek pêkanîneke skandal îmze û şopa tiliyên wan hat girtin.

Namzetê HDP’ê yê Amedê û Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken têkildarî mijarê agahî da ANF’ê.

AKP’Ê XWEST ÎMZE Û ŞOPA TILIYÊN GUNDIYAN HAT GIRTIN!

Balûken diyar kir ku AKP li navçeya Çinar a Amedê bi rêya dozger hewl dide zext li hilbijêran bike. Balûken ragihand ku tê xwestin hilbijêrên deng dane HDP’ê bixin bin zextan.

Balûken ev agahî da: "Li 17 gundên girêdayî Çinarê bi awayekî nehiqûqî bang li gel dikin ku bên dozgeriyê şopa tiliyan û îmzeyên wan digirin. Hevalên me yên parêzer ên têkildarî lêpirsînek heye yan na me şandin Çinarê bi Dozgerê Çinarê re hevdîtin pêk anîn. Heta îro me nizanîbû ku di pêkanîna dikin de lêpirsînek heye yan na. Lê îro hat zanîn ku di encama lêpirsîna ku dozger vekiriye de pêk tê. Li gor îfadeya dozger AKP’yiyan serî lê dane. Ti teblîxet û nivîseke fermî ya ji gundiyan re hatiye şandin nîne. Ti nivîseke fermî ya dozger ji muxtaran re şandiye nîne. Têkildarî naveroka dosyaya lêpirsînê ku parêzeran xwestine agahî bigirin dozgeriyê bersiva neyênî daye. Tenê bi devkî bi rêya jendermeyan hemû gundiyên li 17 gundan ji bo îfadeyê bidin bang li wan tê kirin. Û dozger dibêje ev ji ber bi temamî deng dane HDP’ê hatiye destpêkirin. Yanî dibêje ku wek şahid bang li gundiyan dike.”

JI DOZGER RE HIŞYARÎ

Balûken, destnîşan kir ku dozgeriyê wek şahid bang li tevahî gund kiriye, îfadeyên wan û wek sûcdaran îmze, şopa tiliyên wan girtine, ev bûyer wiha pênase kir: “Zîhniyeta Serdema Navîn e, bê hiqûqiyek mezin e.”

Balûken diyar kir ku bi talîmata AKP’ê dixwazin her kesê dengê xwe dide HDP’ê bixin bin zextê û wiha axivî: “Hewl didin ku careke din dema dengê xwe bidin HDP’ê, ‘şopa tiliyên wan û îmzeyên wan di bin destê wan de ye’ nîşanî gundiyan bidin. Ev sûcekî aşkera ye û Dozgerê Çinarê wek ‘Serokê Rêxistina AKP’ê yê Bajar’ dixebite. Ger dest ji vî sûcî bernede, piştî 1’ê Mijdarê wek tevahî burokratên bûne şirîkê sûcên AKP’ê, bila zanibe wê li dadgehê hesab ji wî jî bê pirsîn.”

BANG LI GEL KIR: NEÇIN DOZGERIYÊ

Balûken bang li gel kir û got: “Hûn ne mecbûr in biçin dozgeriyê. Ev ne hiqûqî ye, bi armancek siyasî ye. Ger teblîxatek fermî li holê tine be û ji ber ku bang li tevahî gund ji bo îfadeyê kirine, divê kes neçin dozgeriyê. Bila gelê me ji bo rewşa şopa tiliyan û îmzeyan, xwe di bin zextê de hîs nekin. Bila gelê me li hember ferzkirinên îmze, şopa tiliyan û îfadeyan serî netewîne.”