YPG: Leşkerên Tirk 2 sivîl birîndar kirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşî gundekî li rojavayê Kobanê kiriye û 2 sivîl birîndar kirine.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê êrîşa leşkerên Tirk a li nêzî gundê Bubanê yê li rojavayê Kobanê, êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li bejahiya Sirrînê  û operasyona YPG’ê ya li Taxa Bostan Başa agahî da. Navendê destnîşan kir ku çeteyek El-Nusra hatiye kuştin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe ya weşand de got: “Di 25’ê Cotmehê de leşkerên giredayî Arteşa Tirk li nêzîkî gundê Bubanê ya rojavayê Kobanê êrîşek li dar xistin. Di encama êrîşê de 2 welatiyên me yên sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin birîndarkirin.

Dîsa di 25’ê Cotmehê de çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Hêzên me li dijî êrîşên çeteyan a bi çekên giran bersiva pêwîst dan.

Li Helebê jî di 25’ê Cotmehê de hêzên me li dijî komên çeteyan ên di Taxa Bostan Paşa ya giredayî Helebê de xwe bi cih kiribûn operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de bi qasî hat zelalkirin çeteyekî El-Nusra hat kuştin.”