Kalkan: Divê her kes destekê bidin HDP'ê û dengên xwe bi kar bînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Hemû hêzên alîgirê demokrasiyê, ji bo meşandina siyaseta demokratîk divê destekê bidin HDP'ê. Divê her kes bixebitin, deng bi kar bînin û derdora xwe îqna bikin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Hemû hêzên alîgirê demokrasiyê, ji bo meşandina siyaseta demokratîk divê destekê bidin HDP'ê. Divê her kes bixebitin, deng bi kar bînin û derdora xwe îqna bikin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Rojava û hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re nirxand.

Kalkan da xuyakirin ku piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an û pê ve hikûmeta AKP'ê şerê li Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê kir û got, "Li Rojava û Sûriyeyê şer hat sekinandin. Ji bo DAIŞ hîn bêhtir neeciqe, ji bo karibe xwe komî ser hev bike, zemînek jê re hat afirandin."

'CÎHAN HEMÛ ÊDÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NAS DIKE'

Kalkan diyar kir ku di vê dema DAIŞ'ê xwe komî ser hev kir de, Hêzên Azadiyê yên Rojava jî xwe bêhtir bi rêxistin kirin û got, "Veguherîn rêxistinbûyîneke mezin a civakî, bûn hêza siyasî, sîstema xwe ava kirin. Bi hêzên li cîhanê re têkilî danîn. Rastiyeke Rojavayê Kurdistanê derket holê. Cîhan hemû êdî nas dike. Rûsya, Amerîma, Ewropa nas dikin. Bi navê Rojavayê Kurdistanê Kurdistaneke Azad a nû derket holê."

Kalkan da zanîn ku ev rewş li dijî armancên AKP û dewleta Tirk e û ev xal destnîşan kir: "Wan jî bi derbaskirina şer li nava xaka Bakur re xwestin derbê li PKK'ê bixin, bi vî rengî potansiyela Kurdan a li parçeyên din tine bikin û di encamê de berxwedana Rojava qels bikin. Lê Bakur li ber xwe da. Parçeyên din ên Kurdistanê jî destek dan Bakur û Rojava. Hem li Bakur Şoreşa Xweseriya Demokratîk derket holê, hem jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwe bêhtir qewîn kir, veguherand hêzeke cîhanê û xwe bi hemû cîhanê da naskirin."

'GEFÊN AKP'Ê YÊN LI DIJÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, PÛÇ IN'

Kalkan ragihand ku ev yek tê wateya xerabûna planên AKP'ê û têkçûna AKP'ê û got, "Ji ber vê yekê ketin nava telaşê û niha jî hewl didin gefan bixwin. Gefê li Rûsya, Amerîka û Ewropayê dixwin. Tirkiyeyê difiroşe van hêzan. Ji bo PYD û YPG'ê weke 'rêxistina terorê' bidin qebûlkirin, hemû derfetên Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dikin. Dema ev têrê nekir, vê carê rabûn gefa em êrîş bikin, em ê vê bikin, wê bikin' xwarin. Lê belê hêzeke wan a êrîşê jî nîne. Gefên wan pûç in. Hemû hêza xwe ji xwe di êrîşên li Bakurê Kurdistanê de bi kar tîne. Nepêkan e ku bi hêzeke ji vê mezintir êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Ev gef ji bo tirsandina hêzên derve ne. Êrîşeke vala û pûç a qureyan e. Bi hemû çeteyên xwe re da êrîşkirin, lê Kurd hemû li dijî vê bûn yek. Tevî gelê Kurd, hêzên demokratîk ên cîhanê jî bi berxwdana demokratîk a li Kobanê û Cizîrê re bûn yek."

'BI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN RE TIRKIYE MÎNA DÛPIŞKA BI XWE VEDIDE TEVDIGERE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku eger AKP û TC rabe tiştekî bi vî rengî bike, wê hemû Kurdan li hemberî xwe bibîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Divê her kes vê bizanibe. Kurd îro li Rojhilata Navîn di şerê azadî û demokrasiyê de rola pêşengiyê dilîzin. Aşkera ye ku şerekî li dijî faşîzm û nîjadperestiyê, bêyî Kurdan nayê qezençkirin. Êdî her kes vê qebûl dike. Rûsya jî, Ewropa jî, Amerîka jî hêzên li Rojhilata Navîn jî vê dibînin û qebûl dikin. Niha her kes hewcedarê berxwedana Kurdan e. Lewma Tirkiye mîna dûpişka bi xwe vedide, li hemberî Kurdan şer dike. Ev blof e, gef e, lê îro tiştekî bi navê aqil bi wan re nemaye. Erdogan û AKP ji ber ku ji desthilatdariyê ketine dîn û har bûne. Di vê rewşa dîn û harbûnê de ji wan tê ku her tiştî bike. Ji ber vê yekê divê mirov bi tedbîr bin û amade bin."

'DI ASTA NAVÎN DE ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DIQEWIME'

Kalkan bal kişand ser şerê li Bakurê Kurdistanê diqewime û diyar kir ku rewşa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, şerekî navxweyî ye. 

Kalkan anî ziman ku niha di asta navîn de şerekî navxweyî diqewime û da zanîn, ku eger pêşî li vê rewşê neyê girtin, dibe ku civak û nasnameyên cuda yên li Tirkiyeyê ji hev qut bibin.

'ÊRÎŞ Û NÎJADPERESTÎ BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE, XETERIYA QUTBÛNÊ DIKARE RÛ BIDE'

Kalkan got, "Rewşa şerê naxweyî ya li Tirkiyeyê rê dide xeteriyeke qutbûnê. Niha gelek nasnameyên cuda hene. Her kes azadiyê dixwaze. Zexta netewe dewleta heyî nikare pêşî li vê daxwaza azadiyê bigire. Li aliyê din, eger êrîşên faşîst, mejiyê netewe dewlet a tekparêz û neteweperestiya Tirk a şoven bi vî rengî hînê were ferzkirin, bêguman hêzên demokratîk jî ji bo bijîn, wê derdora xwe berfireh bikin. Vê yekê li Kurdistanê destpê kir. Têkoşîna Xweseriya Demokratîk parçeyek ji vê ye. Îlana xwerêveberiya demokratîk destpêkirina vê pêvajoyê ye. Eger ev yek li ber çavan neyê girtin, bi awayekî rasteqîn neyê nirxandin û di asta destûra bingehîn û qanûnî de reformên demokratîk neyên kirin, wê li ser bingeha xweseriya demokratîk a herêmî, gel, komên etnîkî û hêzên demokratîk neçar bimînin berxwedana xwe bi rêxistin bikin û herêmên xwe yên jiyana azad biafirînin. Berxwedana li dijî faşîzmê wê li ser xeteke bi vî rengî were rûniştandin. Bi vî rengî wê hewl bê dayîn dor li faşîzmê bê girtin. Eger êrîşên bi vî rengî yên faşîst dewam bikin, wê berxwedana demokratîk jî veguhere berxwedana xwerêveberiyan, deng vede û ev yek jî wê rê li ber parçebûnê veke. Di kûrbûna şerê navxweyî de mebest ev e. Potansiyelek wiha heye. Me gelê li Derya Reş jî dît. Gotin, 'Dest nedin me'. Sibê wê Ege, Derya Spî, Trakyayê heman tiştî bilêv bike. Kurd ji xwe dibêjin. Elewî wê bêje û hemû cihê rengî wê hewl bidin jiyana xwe ya demokratîk û azad bi xwe biafirînin."

'TIRKIYE ÊDÎ NABE BI DÎKTATORIYEKE NAVENDÎ û ŞOVEN VE WERE BIRÊVEBIRIN'

Kalkan destnîşan kir ku Tirkiye, êdî nikare bi dîktatoriyeke navendî, şovenî û tekparêzî were birêvebirin û got, "Neçare demokrasiyê bi pêş bixînin. Pêwîste sîstemeke xweseriya demokratîk a ku hemû cihêrengî karibin xwe bi awayekî demokratîk û azad lê bi rêxistin bikin, bê afirandin. Eger bi vî rengî nebe, wê Tirkiye nikaribe bê birêvebirin."

'RÊVEBERIYA ERDOGAN DIŞIBE RÊVEBERIYA SADDAM'

Kalkan bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku ev hilbijartin naşibe hilbijartinên bihurî.

Kalkan da xuyakirin ku li holê hikûmetek nîne, meclîsek nîne û got, "Qesr heye, Erdogan heye. Ev dîktatorî ye. Qesra hatiye avakirin, dişibe qesrên Saddam. Rêveberiya ku Erdogan ji bo Tirkiyeyê ava kiriye, dişibe rêveberiya Saddam. Ev yek, bi tinehesibandina encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêk anî.

Kalkan diyar kir ku di vê hilbijartinê de eger AKP careke din têk biçe, eger nikaribe bi serê xwe bibe desthilatdar, hingî wê nikaribe tiştekî bike û got, "Bi vî rengî wê şerê di 24'ê daye destpêkirin, li wî vegere û ew şer wê derbê li AKP'ê bixe. Di heman demê de wê şer ji holê rabe. Wê pêşî li çareseriyeke nû ya demokratîk siyasî vebe."

'HER KES GIRÎNG E DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku yekane hêza dikare AKP'ê di hilbijartinê de têk bibe, HDP ye û got, "Nepêkan e ku CHP û MHP'ê vê karibin bikin. Lewma, yên dixwazin ji faşîzma AKP'ê rizgar bibin, yên naxwazin şerê navxweyî kûrtir bibe û parçebûn rû bide, yên dibêjin 'bila aştî û demokrasî bê Tirkiykeyê, pirsgirêk bi demokrasiyê çareser bibin', li gorî min divê di 1'ê Mijdarê de destekê bidin HDP'ê. Ev îmtihaneke. Hemû hêzên alîgirê demokrasiyê, cihêrengiya xwe çi dibe bila bibe, ji bo rêveçûna siyaseta demokratîk pêwîste di vê hilbijartinê de destekê bidin HDP'ê. Divê her kes bixebitin, dengên xwe bi kar bînin û derdora xwe îqna bikin."