KONGRA GEL: Di 1'ê Mijdarê de divê desthilatdariya AKP-DAIŞ'ê bê hilweşandin
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang kir.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang kir.
KONGRA GEL bang kir, ku di 1'ê Mijdarê de tifaqa AKP-DAIŞ'ê bê şikandin. KONGRGA GEL hişyarî da ku eger AKP bibe desthilatdar wê şer giran bibe û DAIŞ mezintir bibe. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang kir.
Kartal di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser polîtîkayên şer ên Erdogan û AKP ji bo desthilatdariya xwe li Kurdistanê dimeşînin û got, "Bi fermana Erdogan û AKP'ê re ev 7 meh in Rêber Apo di nava tecrîdê de tê ragirtin. Di nava sê mehan de piraniya wan jin û zarok zêdeyî sed mirovên me yên sivîl qetil kirin. Bi binçavkirin û girtina Hevşaredar û endamên Meclîsa Şaredariyê re vîna gel tine hesibandin. Şehîdên me ku pîrozmendiyên me ne, li dû panzeran bi erdê re kişandin, şehîdgehên me hilweşandin û li Enqereyê komkujiyeke mezin a dijî mirovahiyê kirin. Bi vî rengî dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin."
Kartal da xuyakirin, ku bi fermana hikûmeta Erdogan û AKP'ê ya biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê nas nake re, artêşa Tirk operasyonên xwe bêhtir berfireh kiriye û hişyarî da ku eger desthilatdariya AKP'ê piştî vê hilbijartinê dewam bike, wê şer bêhtir giran bibe.
'EGER AKP BI SER BIKEVE, WÊ ŞER GIRAN BIBE Û DAIŞ MEZIN BIBE'
Kartal da zanîn, ku hilbijartin wê di nava şert û mercên şerê qirêj ê Erdogan û AKP'ê de pêk were û got, "Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja xwe, ya wê dengên xwe bidin şer, yan jî aştiyê."
Kartal ev hişyarî kir: "Eger AKP careke din bibe desthilatdar wê şer girantir bibe. Ji xwe ji niha ve ji aliyê Erdogan ve hatiye îlankirin. Ev yek wê bibe sedem ku tifaqa AKP-DAIŞ'ê li herêmê mezintir bibe, li Tirkiyeyê şerekî navxweyî derkeve û Tirkiye bibe Sûriye."
Kartal ev bang li gelan kir: "Ji aliyê eniya aştî, azadî û demokrasiyê ve; ji bo sekiandina şerê qesrê û meşandina pêvajoya çareseriya demokratîk, hilbijartinên 1'ê Mijdarê firsendeke gelekî mezin e. Pêwîste gelên me di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de, destilatdariya AKP-DAIŞ'ê bi temamî hilweşînin û li şûna şer, bêjin 'aştî'. Divê derseke mezin ji AKP û şerxwazan re were dayîn. Zilma ku dewleta Erdogan li gelên me dike, di asta herî bilind de ye. Dem hatiye ku êdî ev zilm bê hilweşandin. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ya wê bi dengên bindestan re ev desthilatdariya zordar bi temamî hilweşe û bêhn bê ber gelên me, yan jî wê pêvajoyeke nû ya bi teqînên mezin ên civakî, destpê bike.
Gelên me ku heta roja îro bi dayîna berdêlên gelekî mezin ên ji bo aştî û demokrasiyê re têkoşîna azadiya civakî gihandine vê astê, ez bawerim wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî dersa pêwîst bide Erdogan û AKP a faşîst.
Divê em derseke welê bidinê, ku yên dibêjin bi gef, girtin, şîdet û kuştinê dikarin gelên me çavtirsandî bikin, xwe dixapînin. Pêwîste gelên me di 1'ê Mijdarê de dawî li desthilatdariya AKP-DAIŞ'ê bînin. Ez bawerim ku em ê vê yekê bi hev re bi ser bixînin.
Ji ber zilm û heqaretên lê tê kirin, divê derba herî mezin gelên Kurdistanê li vê tifaqa AKP-DAIŞ'ê bixe. Divê Kurdistan ji AKP a faşîst û sextekar bê paqijkirin."
Kartal da xuyakirin ku divê bi taybetî herêma Serhedê serketina xwe ya hilbijatrinên 7'ê Hezîranêm ezintir bike û got, "Li Kurdistanê cihên ku AKP lê mane, yek bi yek divê werin paqijkirin. Li cihên din jî divê HDP hêza xwe xurttir bike û hejmara parlamenteran zêdetir bike."
Kartal her wiha banga xwedîderketina li deng û sindoqan kir.