BI DÎMEN

Gerîlayên HPG'ê: Di 1'ê Mijdarê de divê deng ji HDP'ê re bê dayîn

Gerîlayên HPG'ê bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengên xwe bidin HDP'ê.

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang kirin û anîn ziman ku hilbijartin jî qadeke girîng a têkoşînê ye. Gerîlayan diyar kirin ku gel wê biçe ser sindoqan û bersivê bide dijmin. Gerîlayan gotin, "Bi vî rengî wê daxwaza xwe bi dijmin bide qebûlkirin."

Gerîlayên HPG'ê bibîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk dane destpêkirin û anîn ziman ku AKP'ê hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, vala derxistiye.

Gerîlayan dan zanîn ku AKP'ê ji ber ku nikarî xwe li serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê rabigire di 1'ê Mijdarê ji nû ve hilbijartinê pêk tîne û gotin, "AKP nikare serketina gelekî hezm bike. Ji ber vê yekê êrîşî gel dike. Li Gever, Cizîr û hemû herêman êrîş dike."

Gerîlayan bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengên xwe bidin HDP'ê.