Du caran li Torosên Spî siwar bû, lê dijî
Halît Gundogdû yê 55 salî, ku du caran ji aliyê 'torosên spî' ve hat revandin diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê bi paşerojê re li rû hev nehatiye.
Halît Gundogdû yê 55 salî, ku du caran ji aliyê 'torosên spî' ve hat revandin diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê bi paşerojê re li rû hev nehatiye.
Bersiva li gefa Serokwezîr Davûtoglû ya bi 'torosên spî', ji mexdûrekî hat. Halît Gundogdû yê 55 salî, ku du caran ji aliyê 'torosên spî' ve hat revandin diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê bi paşerojê re li rû hev nehatiye.
Gundogdû da xuyakirin, ji şebekeya sûc a ku bi bikaranîna wesayîtên toros re mirov înfaz dikirin, bi tenê şexsek jî nehatiye aşkerakirin û anî ziman ku ji bo pêşî li dengvedana tevgera azadiyê li Kurdistanê bigire, JÎTEM a di nava dewletê de hat birêxistinkirin, 17 hezar mirov bi awayekî 'kiryar nediyar' qetil kir. Cînayetên vê rêxistinbûyîna kûr a dewletê ku weke 'kontra' û 'şebekeya kuştinê' dihat naskirin, bi wesayîta bi marka 'toros' dihatin kirin. Ev rêxistinbûyîn, di sala 1999'an de piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îlana agirbesta yekalî ya PKK'ê, ji holê winda bû. Lê belê piştî ku Serokwezîr Ahmet Davûtoglû qala wê kir, ji nû ve ket rojevê. Davûtoglû bi gotina "Eger em neyên ser destilatdariyê, wê wesayîtên toros careke din li van deran bigerin" gef xwar. Ev gefên Davûtoglû rastî nerazîbûna her beşên civakê tê. Yek ji kêm kesên bi saxî ji wesayîta toros filitiye Halît Gundogdû ye. Dundogdû diyar kir ku AKP bi ser vê 'şebekeya sûc' ve neçûye û bûyerên bi serê wî de hatin, ji ANF'ê re vegot.
TEVÎ KU MIN KOÇ KIR JÎ TOROSA SPÎ HER LI DÛ MIN BÛ
Dundogdû diyar kir ku di sala 1995'an de li navçeya Êlih Qabilcewzê bi wesayîteke toros hatiye revandin û tevî ku 9 mehan dihat ragirtin jî haya dozgeriyê ji girtina wî tinebû. Dundogdû got, "Ez cara yekemîn dis ala 1992'an de hatim binçavkirin. Di sala 1995'an de bi wesayîteke bi marka torosê ez ji malê birin. Du caran min bi wesayîta toros revandin. Dema ez revandin, di destpêkê de çavên min girê dan. Dûre çek dan serê min û birin cihekî ku nizanim ku derê ye. Kesên bi rî û simbêl û kincên sivîl lê, pê hesiyam ku min dibin qereqolek li Qabilcewzê. Malbata min serî li dozgeriyê da, lê belê dozgeriyê ji wan re got, 'kesekî bi vî rengî di binê çavan de nîne'. Dema çavên min girtî bû, min bihîst ku dixwazin min înfaz bikin. Lê belê baş nizanim, ku ji bo sûcan qebûl bikim gef dixwarin yan jî bi rastî jî dixwestin min înfaz bikin, nizanîbûm. Lê belê şexsê ku di îşkencexaneyê de ez teslîmî wî kir got, 'na em wî teslîmî we nakin, eger hûn wî bikujin wê berpirsyarî bikeve stûyê min'. Ji ber ku li ber min bi vî rengî diaxivîn. Kesê ku nexwest min teslîmî kesên dixwazin min bikujin bike got, 'Binêre tu bi xêra min dijî, eger min te teslîm bikira, piştî saeteke din tuyê hatiba kuştin'. Min jî nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û got, 'xwezî te ez teslîm bikira, bi rojane îşkenceya ku te li min nekiriye nema. Mirin ji bo min wê xilasî bûya.
Piştre bêyî ku derkevin pêşberî dadgeriyê, yekser ez birin Girtîgeha Girtî ya Amedê. 9 mehan li girtîgehê hatim ragirtin. Dema ez ê derketibûma, dozgeriyê ji malbata min re nameyek şand û pirsas 'we xwe gihandin xizmê xwe yê winda?' pirsî. Ez hingî ji girtîgehê hînê derneketibûm."
'MIN JI WAN XWEST KU MIN ÎNFAZ BIKIN'
Dundogdû anî ziman ku ji ber tirsa înfazê, bi hemû xizmên xwe re wan ji Qabilcewze koçî Bismilê kirine, lê belê li vê derê jî xwe rizgar nekirye. Dundogdû got, "Ji ber zexta giran, weke malbat me ji gundê Tanzê yê Qabilcewzê koç kirin. Em li gundê Cirêfê yê Bismilê bi cih bûn. Lê belê JÎTEM'ê li vê derê jî dest ji me neqeriya. Şevekê careke din bi wesayîta torosê hatin mala min, çav û destên min girê dan û ez birin. Di nava min de tirseke mezin hebû ku wê min înfaz bikin. Çavên min girtî bûn û ez birin cihê îşkenceyê. 34 rojan îşkenceya bi elektrîk, daliqandin û îşkenceya bi tazî li min kirin. Divê bêjim, ku ev îşkence ne tenê li min dikirin. Rojek di binê çavan de, ez dema îşkenceyê di kêliya dawî de xilas bûm. Piştî 15 deqeyên îşkenceyê, îşkencekarekî pihîn li qirika min xist û bû sedem ku ji ser hişê xwe biçim. Dema min çavên xwe vekir, dema îşkenceyê bi daw^bûbû. Dûre ez serbest berdan."
'ÎŞKENCEKARAN WELÊ KIRIBÛN KU NEYÊM NASKIRIN'
Dundogdû ragihand ku piştî îşkenceya 34 rojan JÎTEM'ê ew xist rewşeke welê ku neyê naskirin, malbat nikaribe wî nas bike û bûyera trajîk a bi serê wî de hat bi vî rengî vegot: "Piştî ku hatim berdan min fêm kir ku li qereqoleke li derveyî Bismilê hatime ragirtin. Dema ez bi wesayîta toros birin, ji xwe riya min hinekî dirêj bûbû, lê belê dema ez hatim berdan, rî û por gihaştibûn hev. Zarokên ku li erdekî nêzî qereqolê pezên xwe diçêrandin, dema li rewş û kincên min nihêrîn, kevir avêtin min. Zarok li derdora min civiyan û bigotina 'dîno' êrîş kirin. Dûre wexta gihaştim navenda Bismilê min xwest cixareyekê ji dikanekê bikirim, hingî xwediyê dikanê bi muşteriyekî re eleqedar dibû. Lê belê wî jî li kincê min nihêrî û got qey ez parsekek im. Ji bo ji dikana wî derkevim, hinek pereyê hûr danî ser maseyê. Dema min ji xwediyê dikanê re got, 'tu dikare pakêtek cixarê bide min' xwediyê dikanê fêm kir ku ez ne parsek im. Û ji min re got, 'tu ji ku derê tê'. Min jî rewş jê re vegot. Dûre çûm qehwexaneyeke ku birayên min û xizmên min timî diçûnê. Birayên min û xizmên min li qehweyê rûniştîbûn, lê belê wan jî ez nas nekirin. Ji ber ku bi rojan di nava axê de ez bi erdê re kaş kiribûn, kincên min qetiya bûn. Piştre xizmekî min hat nêzîka min û dûre ez nas kir. Kesî nizanîbû 34 rojan ez li ku me.
Ez bi tenê şexsekî yek ji çend kesên bi şens im ku li torosan hatiye siwarkirin, lê hînê dijî. Yên ku ewqas zilm û înkece kirin, dibe ku niha di nava me de ji xwe re digere. AKP bi zanebûn bi ser van de neçû. Qeyda van şebekeyên qirêj ên kuştinê, li cem dewletê heye. Niha radibe gefa 'wê torosên spî bigerin' dixwin. Ji xwe çek û wesayîtên luks xistine dewrê. Ev 3 meh in em dibînin ku van cînayetên gemarî bi wesayîtên luks dikin."
Dundogdû anî ziman ku eger Komîsyona Lêkolîna Rastiyan bê avakirin, ew ê bûyerên bi serê wî de hatine, bi berfirehî vebêje.