HPG: Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome

Operasyon û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîlayên HPG û YJA Star ên di asta bêçalaktiyê de ne didome.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî operasyon û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku operasyona artêşa Tirk li qada Oremar daye destpêkirin didome û ev agahî parve kir, “25’ê Cotmehê di pevçûnên ku li girê Şehîd Rehîme rû dan hevalê me Armanc Qoser bi giranî birîndar bû. Hevalê me Qoser tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û şehîd ket. Paşê wê têkildarî hevalê me Şehîd Armanc Qoser agahiyên berfireh bên ragihandin.”

HPG’ê diyar kir ku operasyona ji aliyê fermandariya sînor ve li qada Bînbîr a girêdayî Gevera Colemêrgê hatiye destpêkirin hê jî didome.

ÇALAKIYA BERSIVDAYÎNÊ

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li hemberî operasyonên li dijî biryara bêçalaktiyê hezên me yên gerîla li hember qereqolên sînor çalakiyeke ya bersivdayînê li dar xistin û wiha dewam kir, “27’ê Cotmehê saet 07:30 di çalakiya sûîqestê ya li hember qereqola Şutê ya li ser xeta herêma sînorê Zapê leşkerek hatiye kuştin. Heman wextî bi çekên ferdî û giran kuleyeke qereqolê hedef hatiye girtin. Li vir hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakî qereqolê derdora xwe bi hawan, obus û tankan bombe kir.

26’ê Cotmehê saet 11.30’an hêzên gerîlayên me li hember êrîşên qereqolên Serêsevê û Tepê Ortê çalakiyên bersivdayinê li dar xistin, bi çekên giran bersiv hate dayin û di qereqola Tepê Ortê de 2 kule û çeperek A-4 bûn hedef. Çepera A-4 bi temamî hat îmhakirin, her du kule jî hatin derbkirin. Di vir de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Dîsa di heman saetê de qereqolên Serê Sêvê û Tepê Ortê; herêmên Latê Kewa, Gundê Nerwa û derdorên wan dan ber obus û hawanan.”

HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“23’ê Cotmehê li gundê Hovîsê yê girêdayî navçeya Bongîlan ê Çewlikê, kemînên yekîneyên veşartî yên girêdayî Fermandariya Çewlikê domahiya 3 rojan berdewam kir, piştre jî ev yekîneyan vekişiyan.

LI GIMGIMÊ OPERASYON

24’ê Cotmehê li navenda navçeya Gimgimê ya Mûşê û derdora wê, her wiha li hemberî gundên Rakasa, Amera, Kasima, Mîran, Baska, Goma Gordo, Dadîna û şehîdgehên Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî, ji aliyê Fermandariya Leşkerî ya Mûşê operasyon hate destpêkirin. 24’ê Cotmehê saet 05.00’an leşkeran girtin ser gundan û hin gundî binçav kirin, di heman demê de êrîş birin ser çalakvanên mertalên zindî yên li şehîdgehan. Ev operasyona heta danê êvarî bi şiklê lêkolîn, lêgerînê berdewam kir, piştre jî vekişiya.

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞ BIR SER NUQTEYA GERÎLA

22’ê Cotmehê li bejahiya gundê Kanciya yê girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê, yekîneyên Jenderme û tîmên taybet dest bi operasyonê kirin, êrîş li hemberî nuqteya ku 4 gerîlayên me lê diman pêk anîn, di encamê bersivdayina gerîlayan de pevçûnê rû da. Pevçûnê heta sibê berdewam kir, Hevalên Harûn û Şiyar heta guleyên xwe yên dawî şer kirin, berxwedanek mezin raber kirin û gihiştin şehadetê. Hevalê Tirêj bi birînek giran, hevalê Lezgîn jî bi saxî dîl ketine destê dijmin. Di vê pevçûnê de windahiyên yekîneyên operasyonê nehatin zelalkirin.

Agahiyên hevalên me yên gihiştine şehadetê wê piştre bên ragihandin.”