Dogan, bi dirûşma 'Dewleta qatil wê hesab bide” hat oxirkirin
Cenazeyê Dîlek Dogan a li Stenbolê bi guleya polîsan hate qetilkirin li Mereşê bi dirûşma, "Dewleta qatil wê hesab bide" hate definkirin.
Cenazeyê Dîlek Dogan a li Stenbolê bi guleya polîsan hate qetilkirin li Mereşê bi dirûşma, "Dewleta qatil wê hesab bide" hate definkirin.
Cenazeyê Dîlek Dogan a li Taxa Kuçukarmutlu ya navçeya Sariyer a Stenbolê bi îdîaya "bombeya zindî ye" hate birîndarkirin û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydani jiyana xwe ji dest da li Taxa Serkîz Çayi ya bi ser navçeya Afşînê ya Mereşê bi dirûşma, "Dewleta qatil wê hesab bide" hate definkirin.
Cenaze piştî ku duh li Stenbolê merasîma hate lidarxistin anîn Mereşê. Îro serê sibehê bi sedan kes li ber Cemxaneya Serkîzê kom bûn. Namzetên HDP'ê yên Mereşê, endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Xizmên Girtiyan (TAYAD) û Halk Cephesî jî beşdarî merasîmê bûn. Di Merasîmê de pankartên "Dîlek Dogan bê mirin e" "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne" hatin vekirin.
Dayikên ku darbesta Dogan hembêz kirin ber bi goristana taxê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşm kêm nebûn û ciwanan ala sor hilgirtin. Li goristanê meş bi dawî bû û piştre li ser navê Halk Cephesî daxuyanî hate dayîn, hate gotin ku kujer tên naskirin û hesab bê pirsîn.
Piştî rêzgirtinê sirûda "Ji me re mirin tineye" hate xwendin. Cenazeyê Dogan bi dirûşma "Qatil dewlet wê hesab bide" hate definkirin. Girse piştre derbasî cemxaneya ku sersaxî tên qebûlkirin bû.