Gerîlayê YRK'ê di kemîna pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da
Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya gerîlayekî xwe yê di kemîna pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Hat ragihandin, gerîla Arap Ûca bi nasnav Serbest Botan, di 13'ê Cotmehê de li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 13'ê Cotmehê de, hevrêyê me gerîla Arap Ûca bi nasnav Serbest Botan ê ji Şirnexê, di kemîna padar û cerdevanên Îranê de li bajarê Xoyê şehîd ket. Weke Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê em ji malbata Şehîd Serbest û Şehîd Zal ê beriya demeke kurt li Kosalanê jiyana xwe ji dest da, sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin."
Nasnameya gerîlayê YRK'ê:
Nav û paşnav: Arap Ûca
Nasnav: Serbest Botan
Navê dê û bav: Sûltan-Îsmaîl
Cih û dema ji dayikbûnê: 1988-Şirnex