Eyad Elawi wê li Başûrê Kurdistanê navbeynkariyê bike
Ji bo aloziya siyasî ya li Başurê Kurdistanê bi dawî bike û navbeynkariya Tevgera Goran û PDK’ê bike, Serokê Muxalefeta Neteweyî ya Iraqê û Serokdewletê yê berê Eyad Elawî hat wezîfedarkirin.
Ji bo aloziya siyasî ya li Başurê Kurdistanê bi dawî bike û navbeynkariya Tevgera Goran û PDK’ê bike, Serokê Muxalefeta Neteweyî ya Iraqê û Serokdewletê yê berê Eyad Elawî hat wezîfedarkirin.
Ji bo aloziya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê bi dawî bike û navbeynkariya Tevgera Goran û PDK’ê bike, Serokê Muxalefeta Neteweyî ya Iraqê û Serokdewletê yê berê Eyad Elawî hat wezîfedarkirin.
Eyad Elawî berê jî diyar kiribû ku eger daxwaz hebe ji bo navbeynkariyê amade ye, piştî bi Serokê Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî re hevdîtin pêk anî, wezîfeya navbeynkariyê qebûl kir. Piştî hevdîtina Barzanî û Elawî, Parlamenterê PDK’ê yê Parlamentoya Iraqê Erdelan Nûredîn daxuyanî da û da xuyakirin ku pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ber bi çareseriyê ve diçe û ji bo navbeynkariyê jî Eyad Elawî hatiye wezîfedarkirin.
PDK: DI DERBASKIRINA ALOZIYÊ DE WÊ BANDORKER BE
Nûredîn got ku ji ber Elawî siyasetmedarekî kevn e, navbeynkariya wî pejirandine û wiha axivî: “Elawî ji bo em aloziya heyî derbas bikin wê bi me re bibe alîkar. Wê hewl bide careke din têkiliyên Tevgera Goran û PDK’ê sererast bibe.”
TEVGERA GORAN: EM RÊZÊ DIDIN HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ
Tevgera Goran jî wezîfedarkirina Elawî erênî nirxand. Serokwekîlê Koma Tevgera Goran a Parlamentoya Iraqê Hoşyar Ebdûlla jî di daxuyaniyê de wiha got: “Em wek Tevgera Goran, rêzê didin Serokê Tifaqa Neteweya Iraqê Elawî. Elawî yek ji serokên bi nav û deng ê Iraqê ye. Di hevdîtina me ya dawî ya bi Elawî re ti daxwazên me yê navbeynkariyê çênebû. Lê ji bo aloziyên heyî ji holê rabin, em bi erênî li hewldanên pêş dikevin dinêrin û rêzê didinê.
Ji bo çareseriyê ji aloziya navbera Tevgera Goran û PDK’ê re bibînin û krîza seroktiyê ya Başûrê Kurdistan çareser bikin di nav de KCK, ji gelek derdoran daxuyaniyê navbeynkariyê hatibûn. Banga KCK’ê jî di nav de tevahî pêşniyarên navbeynkariyê ji aliyê PDK’ê ve hatibû redkirin. Hatibû diyarkirin ku ev pirsgirêk, pirsgirêkên navxweyî yên partiyên Başûrê Kurdistanê ne û wê di navbera xwe de çareser bikin.
EGER KRÎZ ÇARESER BIBE WÊ DAXUYANIYEK HEVPAR BIDIN
Hate ragihandin ku piştî Elawî bi Tevgera Goran û PDK re hevdîtinên xwe bi dawî bike, wê daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar, ji her du aliyan jî rêveberên asta jor tê de cih digire, bê lidarxistin.