Ji Fermandarên YPG'ê û Berdevkên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Lewend Rojava destnîşan kir ku HSD bingeha pêşeroja demokratîk û azad a Sûriyeyê ye. Rojava got, "Ji ber ku HSD'ê hêviya pêşeroja azad dide gelan, ji niha ve gelek hêz dixwazin di nav de cih bigirin."
Lewend Rojava da xuyakirin ku pêngava leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo paqijkirina bejahiya Başûrê Hesekê hat destpêkirin, wê bibe gava destpêkê ji bo azadkirina Sûriyeyê û anî ziman ku hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk cihê xwe di nava pêngavê de digirin.
GEL DIXWAZIN BI HEV RE BIJÎN
Ji Fermandarên YPG'ê û Berdevkên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Lewend Rojava da xuyakirin ku piştî damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekemcar ji bo destpêkirina pêngaveke leşkerî daxuyanî hatiye dayîn û got, "Di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de me bal kişandibû ser mijarekê. Ev pêngav wê ji bo pêngava azadkirina Sûriyeyê bibe gava destpêkê. Ev pêngav wê li bejahiya Başûrê Hesekê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, destpê bike. Ev pêngav, ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê wê bibe gaveke girîng. Ji xwe sedema bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, qebûlnekirina gel, çand û mezheban e."
GELEK DERDOR DIXWAZIN DI NAVA HSD'Ê DE CIH BIGIRIN
Lewend Rojava bal kişand ser van xusûsan:
"Li hev kombûna gelek hêzên ji gelên Sûriyeyê Kurd-Asûrî-Ereb-Tirkmen, hêviyên azadiyê di nava gelên Sûriyeyê de careke din zindî kir. Kombûna va hêzan wê ji bo gelên Sûriyeyê serketin û hêviyê biafirîne. HSD, ji bo azadkirina gelan, bidawîkirina şer û pêkanîna jiyaneke bi hev re ya gelan, wê derfetan biafirîne. Pêşeroj û serketina vê hêzê ji niha ve diyar dibe. Ji ber ku çavkaniya hêviya gelan e, gelek derdor dixwazin di nav de cih bigirin û li dijî terorê şer bikin.
Piştî destpêkirina vê pêngavê û pêkhatina operasyonên serketî re wê gelek derdor hewl bidin cihê xwe di nava HSD'ê de bigirin. Ev hêz wê serketinên mezin bi xwe re bîne. Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji ber ku baweriya xwe bi yekîtî û azadiya gelan anîne, hatin cem hev û ev yek armanca damezrandina me ye."
HSD PÊŞEROJA SÛRIYEYEKE AZAD Û DEMOKRATÎK E!
Ji berdevkên HSD'ê Lewend Rojava diyar kir ku HSD ji kombûna gelên Sûriyeyê yên hewl tê dayîn were parçekirin, pêk tê. Rojava destnîşan kir ku ji bilî vê hêzê, ti hêz nîne ku demokrasiyê bîne Sûriyeyê û gelan li hev kom bike.
Lewend Rojava got, "Ji xwe rewşa tekparêz û totalîter a rejîma Baasê, çavkaniya van pirsgirêkan e. Rêxistinên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar Şam jî gelên Sûriyeyê qetil dike. Ev rêxistinên çete ji aliyê hêzên derve ve ji bo parçekirina Sûriyeyê hatine avakirin. Dixwazin bi tenê rengekî serdest bikin.
Dema ev hemû bê nirxandin wê were dîtin ku yekane hêza ku pêşeroja wekhev û azad a gelên Sûriyeyê temsîl dike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e."