Gundikekî li başûrê Hesekê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Di çarçoveya operasyonên yekîneyên HSD'ê yên li başûrê Hesekê de, gundikek ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Hat ragihandin ku di operasyonan de gelek çete hatine kuştin.
Di çarçoveya operasyonên yekîneyên HSD'ê yên li başûrê Hesekê de, gundikek ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Hat ragihandin ku di operasyonan de gelek çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) operasyona ku duh dabûn destpêkirin didomînin. Di çarçoveya operasyonê de hêzên HSD'ê îro danê sibehê gundikê Şucae El-Faris ê li nêzî gundê Entakiya yê li başûrê herêma Til Hemîs ji çeteyan rizgar kirin.
Di şer de gelek wesayîtên çeteyan hatin rûxandin, bi dehan çeteyan hatin kuştin û cenazeyên 8 ji wan ketin destê şervanên HSD’ê.
Li aliyê din duh danê êvarê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî jî nuqteyên çeteyan ên li gundê Recim El-Hecana yê li başûrê Hesekê bombebaran kirin. Der barê encamên bomberanê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê lastîkên wesayîtan û tiştên bi vî rengî dişewitînin da ku duxan rabibe û balafir cihên wan testpît nekin.
Li herêmê operasyona HSD'ê û pêş ve çûna wan didome.