Hevalên Rojnamevanên Sûriyeyî: Qatil DAIŞ e
Hevalên her du rojnamevanên Sûriyeyî yên li Rihayê hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku înfaz DAIŞ’ê kiriye.
Hevalên her du rojnamevanên Sûriyeyî yên li Rihayê hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku înfaz DAIŞ’ê kiriye.
Rojnamevanên Sûriyeyî duh li mala xwe ya navçeya navend a Halîliye ya Rihayê ku qirika wan hatibû birîn û hatibûn kuştin, hatin dîtin. Xebatên otopsî yên Îbrahîm Abdûlkadîr û Farîs Hammadî bi dawî bûn. Cenazeyê Abdûlkadîr li navçeya Kaniya Xezalan a Riha hat defnkirin.
Der barê kuştina her du rojnamevanan de agahiyên tên DAIŞ’ê nîşan didin. Hate diyarkirin ku rojnamevan, nûçeyên piştgiriya Artêşa Sûriye ya Azad çêdikin û xebatkarên Rojnameya Ayn El Vatan a ku her 15 rojan carekê li bajêr tê weşandin in. Hate ragihandin ku Abdûlkadîr gerînendeyê nivîsê yê rojnameyê ye, Hammadî jî nûçegihan e.
HEVALÊN WAN: INFAZ DAIŞ’Ê KIRIYE
Hevalên rojnamevanan tevlî merasîma cenazeyê hevalên xwe bûn, DAIŞ nîşan dan. Li gor ragihandinan, hefteyek berê ji Reqa hin dîmen gihiştine destê Abdûlkadîr û Hammadî, bi rêya van dîmenan nûçe li dijî DAIŞ’ê çêkirine. Hevalên wan destnîşan kirin ku ji derveyî vê nûçeyê jî hevalên wan di hin weşanên navneteweyî de nivîs dinivîsandin û ketibûn hedefa DAIŞ’ê.
‘4 KESÊN KU DÎMEN ŞANDIBÛN JÎ DI HEMAN SAETÊ DE HATIN QETILKIRIN’
Rojnamevanekî hevalê her du rojnamevanan, da xuyakirin ku duh di saeta Abdûlkadîr û Hammadî hatin qetilkirin de 4 kesên ku ji Reqa ev dîmen ji wan re şandibûn jî bi heman rêbazê hatin qetilkirin.