Ûca: Divê gelê me biçe ser sindoqan, dengê xwe biparêze
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji ANF'ê re polîtîkayên şer ên AKP'ê nirxand û bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û biparêze.
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji ANF'ê re polîtîkayên şer ên AKP'ê nirxand û bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û biparêze.
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji ANF'ê re polîtîkayên şer ên AKP'ê nirxand û bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û biparêze.
Ûca bibîr xist ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gel vîna xwe nîşan daye, lê belê Serokkomar û hikûmeta AKP'ê ji bo meşandina polîtîkayên xwe yên şer, daxwaz û vîna gel qebûl nekirine, tine hesibandine.
Ûca bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji meha Nîsanê û vir ve û destnîşan kir, ku AKP'ê di anketên ji meha Nîsanê û vir ve de dît ku dengên wê kêm dibe, lewma êrîşên li dijî gel û asta şer şidandiye.
Ûca anî ziman ku Kurdistan niha di bin dorpêçiya dewletê ye û got, "Dewlet bi tank, top, tîmênt taybet û zîhniyeta xwe ya faşîst re êrîşî gelê me dike. Me ev yek li Farqîn, Sûr û Cizîrê dît."
Ûca binçavkirin û girtina Hevşaredar û siyasetmedaran bibîr xist û anî ziman ku di vê demê de mirovên sivîl hatine qetilkirin, malên cem, mizgeft û şehîdgeh hatine bombekirin.
'DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN; XWEDÎ LI DENGAN DERKEVIN'
Feleknas Ûca diyar kir ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wê hilbijartineke dîrokî pêk were û got, "Çawa ku li Kobanê ciwanên Kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin û bi heybet nîşan dan, ev kujer têk birin û diyariyek dan Kurdên li Bakur, Başûr Rojhilatê Kurdistanê û derdorên demokratîk ên li Tirkiyeê, em ê jî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de serketinê diyarî gelan bikin."
Ûca bang li gelan kir ku dengên xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin. Ûca da xuyakirin ku divê heta kêliya dawî jî pîrozbahî neyê kirin û got, "Heta ku em berpirsyariya xwe bi cih neynin, em ê pîrozbahiyê nekin. Bi hinceta beşdariya li pîrozbahiyan bibin, em ê cihên xwe yên wezîfeyê neterikînin."
Ûca got, "Bi saya gel û şehîdên me yên ku bi dayîna berdêlên giran berxwedan gihandine roja îro, em ê di 1'ê Mijdarê de Meclîsê bikin Meclîsa gelan" û destnîşan kir ku ew ê ji bo Tirkiyeyê rûpeleke nû vekin.
Ûca her wiha bal kişand ser xeteriya provokasyonan û ev bang li gel kir: "Neyên vê lîstikê, xeta me diyar e. Em aştiyê dixwazin. Yê şer dixwaze dewlet e. Bi şer û provokasyonan re tiştek bi dest nakeve. Di 1'ê Mijdarê de wê qîrîna aştiyê li Enqereyê bilind bibe û qesr wê di binê vê daxwaza aştiyê de bimîne."