'Şehîdên meha Cotmehê' li gelek navendên Ewropayê hatin bîranîn

Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' li bajarê Elmanya Hambûrgê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, daxuyaniya YJA STAR'ê ya li ser 'Şehîdên meha Gulanê' ji aliyê Leyla Kaya ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd ê dibe Bêrîtan, gelê Kurdistanê yê azad dibe ye. Her meh ji bo me gelekî girîng in. Ji ber ku di her mehê de li ser navê têkoşîna azadiyê şehîd hatine dayîn. Lê meha Cotmehê meha lehengiya nemiran e. Ji şehîdên meha Gulanê hevrê Bêrîtan artêşbûyîna jinê ya azad afirandiye."

Di axaftina li ser navê TJK-E de jî hat ragihandin ku 'Şehîdên meha Gulanê' veguheriye xeta azadiyê ya her şervanên azadiyê û hat destnîşankirin ku bi saya vê yekê ala têkoşînê li Rojava û Şengalê li ba ye.

Di merasîmê de xwişka ji şehîdên Cotmehê Xeyrî Dûrmûş, Ayten Dûrmûş peyivî û got, "Şehîdan bi pratîk û jiyana xwe re xwe îspat kirin, bi mirina xwe re rê li ber hebûna civakê vekirin. Bi bedena xwe re berxwedan nivîsandin. Divê neyê ji bîrkirin ku wan di nefesa xwe ya dawî de jî dengê aştî û biratiyê bilind kirin."

Merasîm bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo bîranîna endamê PJAK'ê Saman Payîz û gerîlayê HPG'ê Rêbaz Tilkoyî li Lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke bîranînê hat lidarxistin.

Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, sînevîzyona li ser jiyana Rêbaz Tilkoyî hat nîşandan.

Dûre endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar axivî û gerîlayên PKK û HPG'ê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.

Aydar got, "Her mirovekî tevlî têkoşîna azadiyê bûne, efsane û destan e. Şopdarên lêgerînerên azadî, felsefe û jiyaneke nû ne."

Pişte endama TJK-E Emel Golu peyivî û di şexsê gerîlaya PKK'ê Bêrîtan de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibîra nû.

Dûre Dayika cangoriyekî Sûltan Ograş û xizmên Saman Payîz û cangoriyekî din ê têkoşîna azadiyê axivîn. Di axaftinan de dilsoziya bi xet û têkoşîna cangoriyan hat bilêvkirin.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ji bo gerîla Azad Gunay bi nasnav Azad Welat ê ku di 18'ê cotmehê de li Colemêrgê di şerê li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma li Navenda Çanda Kurdistanê de bavê Gunay, hevalên wî yên têkoşînê, gelek Kurdistanî, nûnerên tevgera sosyalîst û Yewnanên dostê Kurdan amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê de li ser navê KCD-E Cîhan Garzan peyivî û bibîr xist ku gelê Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de berdêlên gelekî giran daye û destnîşan kir ku gel ji bo bîranîna şehîdan bilindkirina têkoşînê esas digire.

Bavê Azad Gunay Aydin Gunay jî got, "Êşa me çiqasî giran jî be, wê serê me timî bilind be. Em dizanin ku ev şer ne ya gelan e, ya Erdogan e. Guneyê xwîna dirije di stûyê Erdogan û partiya wî de ye. Ji bo me xwedîderketina li şehîdan, bilindkirina têkoşîna wan e."

BASEL

'Şehîdên meha Gulanê' li bajarê Swîsre Baselê ji aliyê jinan ve bi dirûşmeya 'Şehîd rûmeta me ne' hatin bîranîn.

Kurdistaniyên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Navenda Çanda Demokratîk a Baselê hatin cem hev, di şexsê Gulnaz Karataş, Meryem Çolak, Gûrbetellî Ersoz û Andrea Wolf de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anîn.

Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinê ya Ronahî de hat gotin, "Wan di asta herî bilind de temsîla çanda xwedawendiyê kirin."

Di axaftinên li bîranînê de dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê hat bilêvkirin. Merasîma bîranînê bi sînevîzyona li ser 'Şehîdên meha Gulanê' bi dawî bû.

GÎESSEN

Li bajarê Elmanya Gîessenê Meclîsa Jinê ya Berçem û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), li Navenda Civaka Demokratîka  Kurd çalakiya Aşûre û bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' lidar xistin. 

Di merasîmê de li ser navê FEDA'yê Mehmet Surmelî û li ser navê Tevgera Jinê dayika cangoriyekî Emîne Çakir axivîn. Merasîma Bîranînê bi belavkirina Aşûreyê bi dawî bû.

...