YPG: Êrîşên artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li hemberî çeperên şervanên YPG/YPJ’ê dane destpêkirin didomin.

YPG’ê got: “Êrîşên Arteşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.
30’ê Cotmehê di navbera saetên 22.10 û 22.40'an de arteşa Tirk li hember çeperên hêzên me yên nuqteya Zeytûn a rojavayê Girê Spî bi çekên giran A-4 êrîşek li dar xistin. Piştî vê êrîşa nîv saetê, arteşa Tirk heman herême û derdora wî bi çekên A-4 bê serûber gule reşandin.
30’ê Cotmehê derdora saet 22.00'an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî başûrê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Li dijî êrîşa çeteyan a bi çekên giran û topên hawanê li hemberî gundê Malha li dar xistin, hêzên me bi awayekî pêwîst bersiv dan.”