Dayikên Roboskî: Xwedî li HDP’ê derkevin
Dayikên Roboskî ji bo ku hesabê qetlîama Enqereyê bê pirsîn xwestin hemû kes biçin ser sindoqan. Dayikan banga "Dema diçin ser sindoqan wijdanê xwe ji bîr nekin" kirin.
Dayikên Roboskî ji bo ku hesabê qetlîama Enqereyê bê pirsîn xwestin hemû kes biçin ser sindoqan. Dayikan banga "Dema diçin ser sindoqan wijdanê xwe ji bîr nekin" kirin.
Dayikên Roboskî ji bo ku hesabê qetlîama Enqereyê bê pirsîn xwestin hemû kes biçin ser sindoqan. Dayikan banga "Dema diçin ser sindoqan wijdanê xwe ji bîr nekin" kirin.
Dayikên ku li gundê Roboskî ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de di êrîşa balafirên artêşa Tirk de 34 zarokên xwe winda kirin banga "Dema diçin ser sindoqan ji bîr nekin, wijdanên xwe jî bibin" kirin. Kadriye Encu ya ku di qetlîamê de kurê xwe Hamza Encu winda kir diyar kir ku yên ku diçin ser sindoqan divê Roboskî ji bîr nekin.
'EM QESRA AKP'Ê XERA BIKIN, QESRA AŞTIYÊ AVA BIKIN'
Encu bilêv kir ku divê hemû kes destên xwe dayne li ser wijdanên xwe û wiha axivî: "HDP partiya gelan, aştiyê û wekheviyê ye. Dema ku sibehê diçin ser sindoqan wijdanê xwe ji bîr nekin. AKP'ê di desthilatdariya xwe ya 13 salan de tenê zilm kir û ji bo ku ev zilm bi dawî bibe em di 1'ê Mijdarê de bi hev re bibêjin raweste. Ji Enqereyê heta Derya Reş, ji Mereşê hemû Stenbolê hemû gel bibin yek û qesra AKP'ê hilweşînin li şûna wî qesra aştiyê ava bikin. Dema ku diçin ser sindoqan me ji bîr nekin."
'EM Ê ERDOGAN NEKIN SEROK'
Encu destnîşan kir ku ew ê weke malbatên Roboskî dengekî jî nedin desthilatdariyê û ev tişt anî ziman:"Berê me deng dida AKP'ê yê deng bûn bombe û bi ser me de ketin. Bila ti kes neyê lîstikên Erdogan, wî ji bo qoltixê xwe bi sedan zarok qetil kir. Êdî em ê rê nedin wî. Em ê wî qoltixî diyarî aştiyê bikin. Em ê Erdogan nekin Serok û li ber edaletê bidarizînin."
'EM BI HEV RE JI BO AŞTIYÊ BIBÊJIN HDP'
Dayika Cemal Encu, Hazal Encu jî bang li dayikên gerîla, leşker û polîsan kir û got ku divê ti dayik deng nedin AKP'ê. Encu wiha got: "Dema ku Bîlal Erdogan di hundirê qutiyên pêlavan de pere didizî zarokên me mirin. Van rojan bînin bîra xwe û hê beriya 4 salan zarokên me hatin parçekirin wî bînin bîra xwe. Amedê bînin bîra xwe, Enqereyê bînin bîra xwe. Em hemû bi hev re ji bo aştiyê bibêjin HDP."
'XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVIN'
Encu destnîşan kir ku ev şer wê AKP'ê tine bike û wiha got: "Ji bo ku em bibêjin êdî bes e sibehê şansê dawî ye. Heke Erdogan bikin serok li vî welatê dê her tim xwîn birije. Ji bo aştiyê deng bidin biratiya gelan. Xwedî li HDP'ê derkevin."