Li Şirnexê zexta cerdevan û Huda-Par'iyan
Li Hezexê cerdevan û endamên Huda-Par'ê li du gundan nasnavên hilbijêran kom kirin û zextê dan wan ku dengên xwe vekirî bi kar bînin.

Li du gundên navçeya Hezex a Şirnexê, hilbijêr di bin zextên cerdevan û endamên Hur Dava Partîsî de dengên xwe bikar tînin.
Li gundê Xirabêripin a navçeyê, endamên Huda-Par'ê bi zorê nasnavên wan kom kir. Di navbera gundiyên ku li dij vê zextê derketin û endamên Huda-Par'ê de alozî derket. Li ser aloziyê, jendermeyên li gund li sindoqeke, dengdayînê dane sekinandin. Li gund alozî berdewam dike.
Dîsa li gundê Babek a navçeyê jî cerdevan zextê li gel kirin ku dengên xwe vekirî bidin. Li gel îtîraza erkdarên HDP'ê yên sindoqan, di bin çavdêriya jendermeyan de dengdayîna vekirî berdewam dike.