'Şehîden meha Cotmehê' li Parîsê hatin bîranîn

Li paytexta Fransa Parîsê, 'Şehîden meha Cotmehê' hatin bîranîn.


Li herêma Drancy a Parîsê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Engîn Sîncer û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, ji bo 'Şehîdên meha Cotmehê' Tevgera Jinên Kurd û Saziya Malbatên Şehîdan merasîma bîranînê lidar xistin.

Di bîranînê de şehîdên Enqere, Pirsûs, Kobanê û hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn. Aktîvîsta Tevgera Jinê Zozan Serhat li her du merasîmên bîranînê axivî û destnîşan kir ku tevgera azadiyê partiyeke şehîdan e.

Serhat anî ziman ku xeta berxwedana bi rûmet li dijî koledarî, teslîmiyet û paşverûtiyê, ku di şexsê Bêrîtan, Zeynep Meryem, Candan, Rûken û Arîn Mîrxanan de veguheriye xeta azadiyê ya jinê û îro li tevahiya herêmê belav dibe.

Serhat got, "Bêrîtanbûyîn, Arînbûyîn felsefeya me ya bingehîn a jiyanê ye. Ji ber vê yekê xeta azadiya jinê di heman demê de tê wateya sekna ji aliyê Rêberê me ve tê temsîlkirin."