VADAY-DER : Gelê Kurd ê Misliman wê destûr nede lîstikên qirêj

Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Oldaran a Wanê (VADAY-DER) M.Hafît Keskîn, têkildarî broşurên di demên dawî de ji bo reşkirina HDP’ê hatine çapkirin civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Oldaran a Wanê (VADAY-DER)  M.Hafît Keskîn, têkildarî broşurên di demên dawî de ji bo reşkirina HDP’ê hatine çapkirin civîneke çapemeniyê li dar xist.

Keskîn di civîna çapemeniyê de diyar kir ku gelê Kurd gelekî Misliman e û ji bo mafê mirovan ê di ola Îslamê de jî heye têdikoşe. Keskîn anî ziman ku hin alî ji bo hestên olî yên gelê Kurd îstîsmar bikin hewl didin mejiyan tevlihev bikin. Keskîn got ku bi hin broşurên di demên dawî de tên belavkirin dixwazin HDP’ê wek ‘partiyeke li hemberî ol’ nîşan bidin û destnîşan kir ku wê gelê Kurd ê Misliman neyê van lîstikan.

Endamê VADAY-DER Nûrettîn Aksû jî di axaxftina xwe de got ku yek ji gunehên herî mezin ê di ola Îslamê de ‘bêbextî’ ye. Aksû anî ziman ku aştî û mirovatiya HDP diparêze cewhera ola Îslamî ye û got: “Kesê zilmê dike, piştgiriya zilmê dike û li hember zilmê bêdeng dimîne jî hevkar e. Tişta bi mehane em dijîn ev e. Îro li Tirkiyeyê cihên ku herî zêde mizgeft lê tên çêkirin bajarên Kurdan e. Kesên hewl didin bi van broşuran mejiyan tevlihev bikin wê encam negirin. Bêbextî di ola Îslamê de wek ‘munafiqtiyê’ tê pênasekirin. Gelê Kurd ê Misliman wê destûr nede van lîstikên qirêj. Lewma pêwîst e gelê me yê Misliman li hember van lîstikan hişyar be û guh nede wan.”