Yuksekdag: Wê torosên spî negerin, wê kevok bifirin

Hevseroka Gişti ya HDP’ê Yuksekdag li navçeya Artemêtan a Wanê bi gel re hat cem hev. Civîna ku gelek kes tevlî bû weke mîtîngekê derbas bû.

Yuksekdag got, “Piştî 1’ê Mijdarê wê torosên spî nikaribin bigerin, wê kevokên spî bifirin.”

Hevseroka Gişti ya HDP’ê Yuksekdag li navçeya Artemêtan a Wanê bi gel re hat cem hev. Civîna ku gelek kes tevlî bu weke mîtîngekê derbas bû.

Di civînê de li gel Yuksekdag hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, Wekîla Hevşaredarên Artemêtan Nûrhayat Çelîk, endamên Komîsyona Şopandina Hilbijartina a Serbixwe û gelek kes tevlî civînê bûn.

Yuksekdag di axafina xwe ya civînê de diyar kir ku wê gel di 1’ê Mijdarê de bersiva pêwîst bide û wiha dewam kir, “Piştî 1’ ê Mijdarê wê torosên spî nikaribin bigerin, wê kevokên spî bifirin.”

‘EM VÊ ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN’

Yuksekdag wiha xîtabî gel kir:

“Beriya 7’ê Hezîranê we li hemû qadan, li navendên jiyanê bi baweriya xwe ya bi hêvî, rûmet, pêşeroj, aştî û demokrasî re gelek hikûmetên zalim şandin. Înşallah di 1’ê Mijdarê de jî hûn ê yekî bişînîn. Heta îro ti hikûmetên şer nikarîbûn li hember vî gelî bisekinin. Her hikûmeteke şer desthilatdariyên zilm, înkar û tinekirinê bi çekên xwe çûn. Ev hikûmeta heyî jî wê bi çek û amûrên xwe yên şer ên li hember gelên me bi kar tîne jî biçin. Ji bilî çûnê ti şansekî wan nîne. Ê me jî ji bilî ku em meşa xwe ya di 7’ê Hezîranê de daye destpêkirin bi dawî bikin şansekî me nîne.

Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de em ê hesabê her canê ku me winda kir, tevahî zilma kirine bipirsin. Di 7’ê Hezîranê de îradeya demokratîk a gelên me nas nekirin. Derbe li sindoqê kirin, derbe li meclîsê pêk anîn. Hikûmeteke ku ti rewabûna xwe tineye, ev 5 meh in, bi gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd xwînê didin verişandin. Lê cihekî ku ev zilma wê bi dawî bibe heye, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de karê ku me destpê kiribû em ê bi dawî bikin. We dît çi gotin, Serokwezîr hate vir, hûn tehdît kirin. Got,  ‘Eger hûn AKP’ê ji desthilatiyê bixînin, li kolanên Wanê wê JÎTEM, KONTRA û Torosên spî bigerin.’ Wê vê axaftina nekira. Ji ber ku em dizanin kesên ku gelê Wanê tehdît dike bersiva xwe jî qat bi qat digire. Bi vê bawer bin; piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê ti torosên spî li kolanên Wanê negerin, wê kevokên spî bifirin. Wê kevokên aştiyê bifirin.”

‘WÊ TI CARÎ SER NEKEVIN’

Yuksekdag bi bîr xist ku bombeyên DAIŞ’ê tenê di mîtîngên HDP’ê de diteqin û wiha berdewam kir: “Em ji ber bombeyan nikarin mîtîngan li dar bixin. Lê ew jî bi mîtîngên xwe nikarin qadan dagirin. Wê gel bersiva wan di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bide. Wê ti carî bi ser nekevin.”

‘MODELA RÊVEBERIYA XWECÎHÎ WÊ XWERÊVEBERÎ BE’

Yuksekdag hevşaredarên girtî û nîqaşên ser xwerêveberiyê jî bi bîr xist û wiha axivî: “Gelê Wanê layiqî şewazê reveberiya mirovî ye, em dîsa îlan dikin ku ev şêwaz jî xwerêveberî ye, em dîsa jî îfade dikin. Em ji vir di serî de hevşaredaran, tevahî xebatkarên meclîsên taxan, meclîsên gel ên ku tevlî îlankirinên xwerêveberiyê bûne silav dikin. Em li pey îlana xwerêveberiya we ne, em li gel we ne. Wê di dîrokek herî nêz de modela rêveberiyên xwecîhî ya Tirkiyeyê bibe modela xwerêveberiyê. Em li Wanê xwerêveberiyê li Enqereyê jî rêveberiyek demokratîk dixwazin.”

...