Kaya yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li Colemêrgê spartin axê

Li Colemêrgê welatiyê bi navê Zeynel Kaya di encama gulebarana polîsan de hatibû qetilkirin, ji hêla sedan welatiyan ve hat definkirin.

Li Colemêrgê welatiyê bi navê Zeynel Kaya di encama gulebarana polîsan de hatibû qetilkirin, ji hêla sedan welatiyan ve hat definkirin.

Li Colemêrgê şevê din polîsan êrîşî taxên Bîçer, Baglar û Medreseyê kirin û di encama gulebarana taxa Baglarê de welatiyê bi navê Zeynel Kaya jiyana xwe ji dest dabû li Colemêrgê hat definkirin. Piştî otopsiyê malbata Kaya cenazeyê zarokê xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê wergirtin. Di nava wan de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî hebû bi sedan welatî tevlî cenazeyê Kaya bûn. Cenazeyê Kaya bi berzkirina dirûşman heta Goristana Serê Solan meşiyan û li wir defin kirin.

Serokê MEYA-DER'ê Alî Akiş di merasîmê de axivî û peyama yekîtî û xwedî derketinê da.

Parlamenterê HDP'ê yê Nîhat Akdogan diyar kir ku piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê li Farqîn, Sêrt û Colemêrgê 7 ciwanên Kurd hatin kuştin û ev tişt anî ziman: "AKP ji kuştinê pevtir ti tiştekî din nizane. Gelê me wê çareseriya bi xwe pêk bîne. Me ti caran serê xwe netewand û her tim li ser piyan bûn û ji niha şûn ve jî wê wiha be."

Apê wî Şukru Kaya jî sersaxî ji gelê Kurd xwest û wiha axivî: "Heke em yekîtiya xwe ava nekin wê me parçe bikin. Em bi yekîtiyê dikarin xwe ji kuştin û êrîşan biparêzin."

Piştî axaftinan welatî ji bo sersaxiyê bi girseyî çûn Mala Şînê ya li Taxa Karşiyaka.