Li Colemêrgê kesek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

Tîmên taybet ên duh bi şev dor li gelek taxên Colemêrgê girtin, kesekî navê wî nehat hînbûn qetil kirin.

Li taxên Medrese, Bîçer û Baglar ên Colemêrgê, di pevçûnên duh êvarê li gelek nuqteyan destpê kirin de kesekî navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Li taxên ku ciwan li dijî konsepta şer a AKP'ê di rewşa xweparastinê de ne, polîsan bi hemû hêza xwe êrîş kirin. Polîs û tîmên tevgera taybet ên bi dehan wesayîtên zirxî dor li taxan girtin, gule li taxan reşandin. Ji ber gulereşandina bi çekên giran, gelek malan zerareke mezin dîtin. 

Hat ragihandin ku cenazeyê kesekî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Rayedarên HDP, DBP û ÎHD'ê yên duh bi şev ji bo şikandina dorpêçiya polîsan xwestin bikevin nava taxan, piştî ku cenaze rakirin nexweşxaneyê, li ber nexweşxaneyê civiyan.

Derket holê ku bîlançoya êrîşên tîmên taybe roj bi roj giran dibe. Li taxan niha bêdengî heye.