Erdogmûş: Li Farqînê komkujiyeke nû tê kirin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş got, "Gelê Farqînê dewletê naxwaze, divê dewlet tavilê dev ji vê polîtîkaya bê encam berde û hurmetê nîşanî vîna gelê Farqînê bide."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş da xuyakirin ku dewlet li Farqînê komkujiyeke nû dike û got, "Gelê Farqînê dewletê naxwaze, divê dewlet tavilê dev ji vê polîtîkaya bê encam berde û hurmetê nîşanî vîna gelê Farqînê bide."

Erdogmûş rewşa dawî ya li navçeyê ji ANF'ê re nirxand.

'LI FARQÎNÊ KOMKUJIYEKE NÛ TÊ KIRIN'

Erdogmûş da xuyakirin ku li Farqînê rewşeke nû ya aloz, qedexeya derketina derve, zext û komkujî ji nû ve tên kirin û anî ziman ku ji bo pêşî li van êrîş û komkujiyan bigirin weke heyetekê ew çûne Farqînê Erdogmûş diyar kir ku beriya her tiştî ew çûne serdana malbatên mirovên li vê derê ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin û dûre bi rêya Midûrê Emniyetê û telefonê bi Waliyê Amedê re axiviye. Erdogmûş ragihand ku heta wan xwe gihandine Farqînê gelek caran hatine sekinandin, nasnameyên wan hatine kontrolkirin û da zanîn, ku piştî sekinandineke demdirêj a bêhiqûqî, destûr ji wan re hatiye dayîn ku derbas bibin.

'WALÎ Û EMNIYET KONSEPTA ŞER A QESRÊ BI CIH TÎNIN'

Erdogmûş da xuyakirin ku di hevdîtina bi Walî û Emniyetê re ji wan re hatiye ragihandin, ku mijar ji wan mezintir e û ji bilî bicihanîna konsepta şer a danîne pêşiya wan ti hukmekî wan nîne. Erdogmûş got, "Li navçeyê çekên giran hene, dengê çekên giran tê. Cenazeyê Engîn Gezîcî yê li Taxa Tekelê hat qetilkirin, li naverastê mabû û tevahiya rojê polîsan destûr nedida cenaze bê rakirin. Piştî ku em jî ketin dewrê, gel cenaze ji vir rakir. Metka Engîn Gezîcî Îsmet Gezîcî jî di heman êrîşê de birîndar bûbû. Îsmet Gezîcî jî jiyana xwe ji dest da."

'EMNIYETÊ DEST DANIYE SER ŞAREDARIYÊ'

Erdogmûş ragihand ku piştre ew derbasî avahiya şaredariyê bûne û got, "Her tiştên şaredariyê hatine desteserkirin. Emniyetê dest daniye ser vîna şaredariya DBP'yî ku bi dengê hema hema temamiya gel ve hatiye hilbijartin û şaredarî girtiye. Destûr nayê dayîn ku şaredarî tiştekî bike. Dewlet nahêle şaredarî cenazeyên mirovên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin jî rake. Bifikirin; mirovên hatine wezîfedarkirin vîna Hevşaredarên ji aliyê piraniya gel ve hatine hilbijartin, nas nakin û nahêlin xizmet ji gel re bê kirin."

'GELÊ FARQÎNÊ DI BIN ZILMA DEWLETÊ DE YE'

Erdogmûş got, "Gelê Farqînê di bin zilmekê de ye. Dewlet bi rojane zilmeke mezin li gelê Farqînê dike" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gel gelekî bi hêrs e, rewşeke gelekî mezin a aloz heye. Gelê Farqînê vê bêrehmî, van êrîşên li dijî mirovahiyê yên li hemberî xwe, bi berxwedaneke mein pêşwazî dike. Manewiyata gel gelekî bilind e û dibêjin ku wê heta dawiyê li ber xwe bide. Gelê Farqînê naxwaze li cihên lê dijî dewletê bibîne."

'GELÊ FARQÎNÊ DEWLETÊ NAXWAZE Û LI BER XWE DIDE'

Erdogmûş bibîr xist ku navçeya dîrokî Farqîn herêmeke gelekî girîng e û îro di bin her şêwe zilm û êrîşa dewletê de ye. Erdogmûş destnîşan kir ku gel nerazîbûneke mezin nîşanî vê zilma dewletê dide. Erdogmûş anî ziman ku pêkanînên dewletê yên li Farqînê û herêmên din ên xwerêveberî lê hatiye ragihandin, nepêkane bên qebûlkirin û diyar kir ku gelê Farqînê dewletê naxwaze.

Erdogmûş pirsa "Dewlet bi tank û topa xwe re dikare hînê çiqasî hebûna xwe bidomîne?" pirsî û got, "Ev tiştekî nepêkan e, pêwîste dewlet tavilê hurmetê nîşanî vîna gel bide û dagirkerî û dorpêçiya li Farqînê biqedîne. Encama me ji hevdîtinên bi Walî û Emniyetê derxist ev e: Ev dkar danîne pêşiya Walî û Emniyetê. Qesrê bi xwe daniye pêşiya wan. Ew jî vê bi cih tînin. Di nava wan de tîmên taybet hene. Polîsên emniyetê yên normal dibêjin 'ev tîm çi fermanê bidin me em wê dikin.'"

'ÊRÎŞ LI PÊŞBERÎ VÎNA GEL BÊ ENCAM DIMÎNIN'

Erdogmûş diyar kir ku heta niha gelek caran li Farqînê derketina derve hatiye qedexekirin, lê belê bi tenê sê xendek hatine girtin û got, "Yanî dewlet li vê derê nikare ti encaman bi dest bixbe. Ev pêkanîn bi xwe re çareseriyê nîne. Sînyalan dide ku eger ev rewş dewam bike wê komkujiyên mezintir bên kirin. Farqîn, gelê wê bi biryar e. Gelê Farqînê di hilbijartina dawî de biryara xwe nîşan da, peyama xwe da. Rêjeya dengên HDP'ê nîşan da ku di mijara xwerêveberiyê de gelê Farqînê yek îrade ye."

'BILA DEWLET VÊ NÊZÎKATIYA XWE BITERIKÎNE'

Erdogmûş got, "Li ser vê bingehê me bi awayekî zelal dît ku dewlet li vê derê nikare ti encamê bi dest bixe. Bi zilm, leşker, tank û topan re nikare xwe bi gel bide qebûlkirin" û diyar kir ku divê dewlet biryardarî û berxwedana gelê Farqînê ku li hemberî êrîşan mezintir dibe, bibîne û nêzîkatiya xwe ya êrîşkariyê biterikîne.