Li Pîranê operasyon, li Dêrsimê tevgera hewayî

Li bejahiya gundê Pirejman ê ser bi navçeya Amed Pîranê, operasyon hat destpêkirin.

Li bejahiya gundê Pirejman ê ser bi navçeya Amed Pîranê, operasyon hat destpêkirin. Li Dêrsimê jî, tevagera hewayî ya duh bi şev destpê kir, li bejahiya Pulur û Pilemûrê dewam dike.

Li bejahiya gundê Preiman ê navçeya Amed Pîranê, operasyona leşkerî hat destpêkirin. Beriya operasyonê arêşa Tirk gelek top avêt herêma operasyonê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, Tabûra Jendermeyan Navçeya Pîranê, Tabûra Parastina Bendava Kral Kiz û Tabûra Beyaz Çeşme top avêtine herêma Pirejman û qada Gorse.

Heman piştî topbaranê, bi beşdariya leşker û cerdevanan li herêmê operasyon hat destpêkirin. Ji ber operasyonê ketin û derketina ji gundan ji aliyê leşkeran ve tê qedexekirin.

Tevî rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeyê, gelek kes ji bo pêşî li şer bigirin xwestin weke mertalên zindî biçin herêma operasyonê, lê belê leşkeran pêşî li wan girtin.

LI DÊRSIMÊ TEVGERA HEWAYÎ DEWAM DIKE

Li Dêrsimê tevgera hewayî ya duh bi şev destpê kir, li bejahiya navçeyê Pulur û Pilemûrê dewam dike.

Helîkopterên bi tîpa skorsky û kobra yên ji navenda bajêr rabûn, berê xwe dan navçeyên Pulur û Pilemûrê.

Tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike.