Fermandarê YPG'ê: Kobanê destan e, dîrok e
Fermandarê YPG'ê yê Til Temirê Hawar Sûrûç ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê got, "Asta herî bilind a berxwedanê li Kobanê xwe da der. Berxwedana gelê Kurd hebû, ev gelekî girîng bû."
Fermandarê YPG'ê yê Til Temirê Hawar Sûrûç ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê got, "Asta herî bilind a berxwedanê li Kobanê xwe da der. Berxwedana gelê Kurd hebû, ev gelekî girîng bû."
Fermandarê YPG'ê yê Til Temirê Hawar Sûrûç ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê got, "Asta herî bilind a berxwedanê li Kobanê xwe da der. Berxwedana gelê Kurd hebû, ev gelekî girîng bû. Dema serketina Kobanê xwe nîşan da, dewletan destek pêşkêş kirin. Ev rastiya desthilatdaran e, heqîqeta rejîman e. Kî xurt be destekê dide, her kes dixwaze parekê jê werbigire."
Fermandarê YPG'ê yê Til Temirê Hawar Sûrûç bibîr xist ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de êrîşên barbarî hatin kirin, şerekî giran qewimî û da zanîn ku Kobanê bi taybetî hedef hatiye girtin. Sûrûç got, "Armanca êrîşa li hemberî Kobanê, tinekirina destketiyên gelê Kurd di ser Kobanê re bû."
'ARMANCA BINGEHÎN; DI SER KOBANÊ RE FETISANDINA ŞOREŞA ROJAVA BÛ'
Fermandar Sûrûç da xuyakirin ku Kobanê cihê destpêkê ye ku şerê yekemîn ê stratejîk lê qewimî û anî ziman ku armanc û stratejiya çeteyan ew e ku êrîşî ku derê bike li wir bi ser bikeve ye. Sûrûç ragihand ku çete bi armanca serketinê êrîşî Kobanê kirin û got, "Çeteyan xwestin di ser Kobanê re şoreşa Rojava bifetisînin û biqedînin. Her wiha rewşa stratejîk a erdnîgarî ya Kobanê tê zanîn. Wekî din Kobanê di navbera kantonê Efrîn û Cizîrê de ye. Eger Kobanê biketa, wê navbera hemû kantonan parçe parçe bibûna. Haya wan ji vê rastiyê hebû. Kobanê ji aliyê dîrokî ve jî xaka pîroz a berxwedanê ye. Lewma Kobanê hedef hat girtin. Kobanê têk biçûya wê Efrîn têk biçûya, biketa nava tecrîdê. Wê li Cizîrê moral xera bibûya. Yanî bi kurtasî Kobanê biketa, wê Rojava tevahî biketa. Çeteyan ev dixwestin. Çiqas çekên xwe yên giran heye hemû li ser Kobanê bi kar anîn. Çekên ji Mûsil û rejîmê bi dest xistin, li Kobanê bi kar anîn. Kobanê ji her alî ve hat nirxandin û hedef hat girtin. Haya YPG'ê jî ji vê hebû. Ji aliyê cebilxaneyan ve kêmasî û pirsgirêkên xwe hebûn."
DAIŞ LI PÊŞBERÎ RUHÊ APO'YÎ TÊK ÇÛ
Fermandar Sûrûç da zanîn ku DAIŞ'ê hingî êrîşî kîjan bajarî dikir ew bajar bi dest dixist û bi vê armancê jî êrîşî Kobanê kir. Sûrûç ragihand ku DAIŞ ji bo li Kobanê desthilatdar be û komkujiyan bike êrîş kiriye û got, "Kobanê li Rojava di rewşeke gelekî stratejîk de ye. Li ser sînorê Bakur e. Eger Kobanê têk biçûya dikarîbû bandor, zext û êrîş li hemberî Bakurê Kurdistanê jî bikira. Navê xwe li ser e, îdeolojiya qaşo DAIŞ, ne ji bo şerekî li dijî rejîmê, ji bo afirandina dewlete Îslamî li Rojhilata Navîn û Cîhanê bû. Lewma têkçûna Kobanê wê bandor li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û hemû dewletan bikira û bi vî rengî her kes bitirsanda. Ji wan hebû ku di nava çend rojan de wê Kobanê dagir bikin, lê belê hesabê tiştekî nekiribûn. Ew jî felsefeya ruhê Apoyî bû. Dibe ku hin welatan bi balafirên xwe re destek dan, lê belê yên ku nirxandina 'Kobanê li ber têkçûnê ye' kirin, felsefeya Apoyî û tevgera PKK'ê fêm kiribûn. Bêguman tevkariyeke balafiran hebû. Ev tevkarî ji bo zêdenebûna şehadetan bû. Yanî serketina herî mezin a berxwedana Kobanê felsefe û ruhê Apoyî ye. Li Kobanê ev felsefe bi ser ket. Dilsoziya şehîdên me bi tevgerê re, dilsoziya şehîdên me bi Rêber Apo re, ev bi ser xist. Gelê Kurd êrîş pûç kiribû."
'SERKETINA KOBANÊ, ERDOGAN XIST NAVA ŞOQÊ'
Sûrûç diyar kir ku gelê Bakur bi şev û roj nobed girt, bi bawerî têkoşiya, komplo pûç kir û got, "Bêguman a herî girîng jî banga seferberiyê ya Rêber APo bû. Vê bangê tevahiya gelê Kurd seferber kiribû. Girîng e em vê rastiyê bibînin, ji ber ku heqîqet ev bi xwe ye. Ev şer şerekî ji rêzê nebû, tevger bi salan şer dike, bi hişmendî û vê tecrûbeyê re, milîtana/ê Apoyî bi ser ket. Ya rastî ew e ku mîna Kobanê şerekî ewçend dijwar neqewimîbû. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi mehan operasyon meşand, lê belê bi ser neket. Di dîroka PKK'ê de şerekî bi vî rengî neqewimî. Ji ber ku dijmin dijminekî cuda bû. Teknîk cuda bû, erdnîgarî cuda bû, YPG tevgereke nû bû û bê tecrûbe bû. Ji ber vê yekê zor û zehmetî derketin holê. Tevî vê yekê jî gel di dawiya dawî de DAIŞ li Kobanê xist gorê. Tevahiya cîhanê fêm kir ku yekane hêza dikare li hemberî DAIŞ'ê şer bike Tevgera Kurd û ciwanên Kurd e. Ev yek ji tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê re îspat kir. Armanca esasî ya dewletan a li ser Kobanê sekinînin, ev bû. YPG'ê li ber xwe da û tevahiya cîhanê ev dît. Asta herî bilind a berxwedanê li Kobanê xwe da der. Berxwedana gelê Kurd hebû, ev gelekî girîng bû. Dema serketina Kobanê xwe nîşan da, dewletan destek pêşkêş kirin. Ev rastiya desthilatdaran e, heqîqeta rejîman e. Kî xurt be destekê dide, her kes dixwaze parekê jê werbigire. Her kesî xwest bibe hevparê vê serketinê. Hêzek tinebû ku li hemberî DAIŞ'ê şer bike. Yekane hêza ku berxwedaneke mezin nîşan da Tevgera Kurd e. Bêguman hin dewlet û Hêzên ji serketina Kobanê aciz bûn, hebûn. Yek ji van jî dewleta Tirk û Recep Tayyîp Erdogan e. Ket nava şoqê. Ji ber ku ne li benda berxwedaneke bi vî rengî bû."
'TEVÎ HEMÛ CIHÊRENGIYAN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE XURTTIR BIKIN'
Fermandarê YPG'ê yê Til Temirê Hawar Sûrûç da xuyakirin ku yên destek dan DAIŞ'ê, yên di damezrandina wê de amade bûn dîtin ku DAIŞ ji kontrolê derketiye, wê bibe belayê serê wan û cîhanê, lê belê dewleta Tirk hesabê vê nekir û derdê bi tenê yê dewleta Tirk tinekirina Kurdan e, lewma destek da DAIŞ'ê. Sûrûç anî ziman ku dewleta Tirk siyaseta xwe li ser vê yekê meşand û got, "Polîtîkayên dewleta Tirk ji aliyê tevgera Kurd û gelê Kurd ve hatin pûçkirin. Berxwedana Kobanê veguherî temsîliyeta gelên bindest. Mirovên tevlî şerê Kobanê bûn, yên li eniya şer cih girtin mirovên ji azadî û mirovahiyê bawer dikin e. Hejmara xwe kêm jî be, ji aliyê nîşanî ve xwedî wateyeke girîng e. Em ê tevî civakên Tirk û Ereb re têkoşîna xwe bidomînin. Çete her tim bi navên cuda derketine holê, ji aliyê heman hêzê ve bi heman armancê, koleyan diafirînin û hegemona xwe didomînin. Lê belê ev polîtîka wê ti carî ji aliyê civakê ve neyê qebûlkirin. Wê her tim tevger hebûn ku xwe li dijî van hêzan biparêze. Ev yek li Kobanê îspat bû. Giraniyeke hestewarî derket holê. Ji ber ku kadroyên bi salan ên ku pêşengî ji civakê û ji azadiya civakê re dikirin, şehîd ketin. Me berdêlên gelekî mezin dan. Divê ev yek neyê ji bîrkirin. Berdêl çiqasî mezin be, armanc jî ewqasî mezin e. Ji ber vê yekê li Kobanê berxwedaneke dîrokî hat nîşandan."
'KOBANÊ DESTA EGÎDAN E'
Sûrûç diyar kir ku Kurd bi sedan salane li dijî koledariyê şer dikin û got, "Kurd bûne nîşaneya ala berxwedanê. Miştenûr mînaka vê ye û derbeke mezin li çeteyan hatiye xistin. Gel moraleke mezin wergirt. Kobanê ji vî alî ve roleke gelekî mezin a dîrokî lîst. Ji bo kadroyên YPG'ê şenseke mezin bû. Cihgirtina li nava berxwedaneke dîrokî, şensek bû. Kobanê destana Egîdan e. Kobanê dîrokek e. Nîşaneyên Kobanê şehîdên me ne. Kobanê karwanê şehîdan e ku wê pirtûkan, wê destanan binivîsîne. Eger ev şehîd nehatibûya dayîn, DAIŞ wê niha li tevahiya Rojhilata Navîn komkujî bikira û berdêlên gelekî giran bihata dayîn. Piştî Kobanê DAIŞ bêbandor ma û nema karî êrîşên xurt bike. Êdî çeteyeke xeyalî heye. Bi tenê ji bo nexweşiyekê derxîne çalakiyên biçûk dike. Êdî DAIŞ bêbandor e."