Nasnameyên 2 gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku gerîlayên HPG'ê Sîraç Erdogan bi nasnav Sîpan Cûdî û Nacî Alîzade bi nasnav Şervan Rojhilat, li Şengalê jiyana xwe ji dest dan.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir, ku gerîlayê HPG'ê Sîraç Erdogan bi nasnav Sîpan Cûdî yê di pêngava Pêngava Geliyê Şîlo re roja 10'ê Cotmehê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Fermandariyê ragihandin ku gerîlayê HPG'ê Nacî Alîzade bi nasnav Şervan Rojhilat ê di pêngava li xeta Şengal-Rojava ya navbera 31'ê Cotmehê û 4'ê Mijdarê cih girt û berxwedaneke mezin nîşan da, roja 3'ê Mijdarê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Fermandariya HPG'ê ya Şengalê de hat gotin, "Roja 10'ê Cotmehê, gerîlayê me yê HPG'ê Sîpan ê di Pêngava Geliyê Şîlo de rol lîst, bi giranî birîndar bû. Hevalê me Sîpan ê bi giranî birîndar bû tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me Sîpan ku ji roja destpêkê ev hat Şengalê û bi awayekî aktîf tevlî berxwedana dîrokî bû, bi coş, fedekarî û dilnizmiya xwe re, meşeke bi biryar û milîtaniyeke mezin derxist holê. Ev meşa wî ya bi milîtanî, ji bo me daxwaz û biryardariya têkoşîna me ye.

Nasnav: Sîpan Cûdî
Nav-Paşnav: Sîraç Erdogan
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navê Dê-Bav: Mûsîne-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Cotmeha 2015 / Şengal

Gerîlayê me yê HPG'ê hevrê Nacî Alîzade bi nasnav Şervan Rojhilat ê di pêngava li xeta Şengal-Rojava ya navbera 31'ê Cotmehê û 4'ê Mijdarê cih girt û berxwedaneke mezin nîşan da, roja 3'ê Mijdarê gihîşt şehadetê.

Nasnav: Şervan Rojhilat
Nav-Paşnav: Nacî Alîzade
Cihê ji dayikbûnê: Xoy
Navê Dê-Bav: Felehnaz-Elî
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Mijdara 2015 / Şengal"

...